Tirkiye

Di operasyona Eren-15ê da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Wezareta Karên Navxweyî: Di operasyona Eren-15ê da li herêma Çiyayê Kartevînê ya Agiriyê qaşo berpirsiyarê eyaleta Erziromê yê PKKyê jî di nav da 3 terorîst hatin berterefkirin.

Özcan Yıldırım   | 22.07.2021
Di operasyona Eren-15ê da 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Ankara

 Di operasyona Eren-15ê da li Patnosa navçeya Agiriyê 3 terorîst hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin li herêma Çiyayê Kartevînê Fermandariya Cendirmeyan û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya Agiriyê bi hev ra operasyon kirin.

Hat diyarkirin di operasyonê da qaşo berpirsiyarê eyaleta Erziromê yê PKKyê jî di nav da ku nû wezîfedar kiribûn 3 terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.

Bi operasyonê rê li ber hat girtin ku rêxistina terorê derbasî Rojhilatê Anadoluyê û Behra Reş bibe.

Dijî endamên PKK/KCKyê operasyon didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın