Tirkiye

Di operasyona dijî PKK/KCKyê ya li Mêrsînê da 5 gumanbar hatin binçavkirin

Mustafa Ünal Uysal   | 05.08.2022
Di operasyona dijî PKK/KCKyê ya li Mêrsînê da 5 gumanbar hatin binçavkirin

Mersin

 Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ji bo 5 gumanbarên hat tespîtkirin di amadehiya çalakiyê da ne bên qefaltin biryara binçavkirinê da û ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr jî li ser biryarê dest bi xebatê kir.

Hat destnîşankirin ku gumanbarên der heq wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn di salên 2015 û 2016an da beşdarî bûyerên kevir û molotof avêtinê û wesayît şewitandine bûne. Serê sibehê bi navê "Paqijkirina 2" li navnîşanên gumanbaran operasyon hat kirin û bi droneyê piştgirî hat dayîn û 250 polês beşdarî operasyonê bûn.

Di encama operasyonê da C.A.T, A.Ç, D.G, F.S. û A.T. ku gumanbar bûn hatin binçavkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın