Tirkiye

Di navbera Tirkiye û Îmaratê de 10 peyman hatin îmzakirin

Di navbera Tirkiye û Îmaratê de di warên enerjî, jîngeh, fînans û bazirganiyê de 10 peyman hatin îmzakirin.

Mümin Altaş   | 24.11.2021
Di navbera Tirkiye û Îmaratê de 10 peyman hatin îmzakirin

Ankara

Di navbera Tirkiye û Îmaratê de di warên enerjî, jîngeh, fînans û bazirganiyê de 10 peyman hatin îmzakirin.

Li Kulliyeya Serokomariyê piştî civîna dualî ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrzayê Welîehd yê Ebû Debiyê Mihemed Bin Zeyd Al Nehyan û civîna di navbera heyetan de, merasima îmzayê ya peymana herdu welatan hat lidarxistin.


Di navbera Tirkiye û Îmaratê de di warê spîkirina pereyê reş û rêgiriya Fînansmana terorîzmê de ji bo veguhazîna agahiyên darayî Muxtireya Mitabeqetê ji aliyê Serokê Lijneya Lêkolîna Sucên Darayî ya Wezareta Xezîne û Darayiyê Hayrettîn Kurt û Serokê Yekeya Îstixbarata Darayî ya Banka Navendî ya Îmaratê Elî Feysel Beloî ve hat îmzakirin.

Muxtireya Mitabeqetê ya di navbera Şirketa Lîmanê ya Ebû Debiyê û Fona Serwetê ya Tirkiyeyê de ji aliyê Rêveberê Giştî yê Fona Serwetê ya Tirkiyeyê Arda Ermut û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Şirketa Lîmanê ya Ebû Debiyê Muhemed Al Şemsî ve hat îmzakirin.

Muxtireya Mitabeqetê ya di navbera Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê (ADQ) û Fona Serwetê ya Tirkiyeyê de jî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Fona Serwetê ya Tirkiyeyê Arda Ermut û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê Muhmed Hesen Al Suweydî ve hat îmzakirin.

Herwiha bi heman şêweyî Rêveberê Giştî yê Fona Serwetê ya Tirkiyeyê Ermut û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê Al Suweydî îmza avêtin bin Muxtireya Mitabeqetê ya di navbera Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê (ADQ) û Fona Serwetê ya Tirkiyeyê de ya ji bo hevkariyê.

Muxtireya Mitabeqetê ya di navbera Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê (ADQ) û Ofîsa Veberhênanê ya Serokomariyê ji aliyê Serokê Ofîsa Veberhênanê ya Serokomariyê Ahmet Burak Daglioglu û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Holdînga Geşepêdanê ya Ebû Debiyê Al Suweydî hat îmzakirin.

Muxtireya Mitabeqetê ya di navbera Borseya Qîmetên Menqûl a Ebû Debiyê û Borseya Stenbolê de ji aliyê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Şîreketa Anonîm a Borseya Stenbolê Erişah Arıcan û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Borseya Qîmetên Menqûl a Ebû Debiyê Seîd Al Dhaherî ve hat îmzakirin.

Metna Mitabeqetê ya hevkariya di navbera Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê û Banka Navendî ya Îmaratê ji aliyê Serokê Banka Navendî Şahap Kavcioglu û Wezîrê Enerjî û Binesaziyê yê Îmaratê Suheyl bin Muhemed Al Mezrûî ve hat îmzakirin.

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş û Serokê Saziya Nasname, Welatî, Asayişa Gumruk û Bênderan a Îmaratê Ali Muhammed Bin Al Şemsî îmza avêtin bin Peymana Hevkarî û Hevbeşiya di warê Gumrukên Komara Tirkiyeyê û Îmaratê de.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez û Wezîrê Enerjî û Binesaziyê yê Îmaratê Al Mezrûî jî îmza avêtin binê Peymana Hevkarî û Hevbeşiya di warê enerjiyê ya di navbera Komara Tirkiyeyê û Îmaratê de.

Metna Mitabeqetê ya hevkariya di warê jîngehê de ya Komara Tirkiyeyê û Îmaratê, ji aliyê Wezîrê Jîngeh, Bajaravanî û Iqlîmê Murat Kurum û Wezîra Têkoşana Dijî Guherankariya Iqlîmê ya Îmaratê Meryem Bint Muhemed Al Muheyrî ve hat îmzakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın