Tirkiye

Di nav terorîstên li Sêrtê hatin berterefkirin da du terorîstên di kategoriya gewr da hene

Wezareta Karên Navxweyî ragihand hat tesbîtkirin di nav terorîstên li Sêrtê hatin berterefkirin da Nahîde Tîmur û Dîlan Îlhana di kategoriya gewr da li wan digeriyan jî hene.

30.05.2020
Di nav terorîstên li Sêrtê hatin berterefkirin da du terorîstên di kategoriya gewr da hene

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand hat tesbîtkirin di nav terorîstên li Sêrtê hatin berterefkirin da Nahîde Tîmur û Dîlan Îlhana di kategoriya gewr da li wan digeriyan jî hene.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin di operasyonên li derdora Herekola Sêrtê da 5 terorîst hatin berterefkirin.

Li gor daxuyaniyê hat tesbîtkirin di nav terorîstên li Sêrtê hatin berterefkirin da Nahîde Tîmura bi nasnavê "Bêrîtan Wan" ku qaşo berpirsiyara qada Eniya Herekolê ya YJA- Starê ye û Dîlan Îlhana bi nasnavê "Serhildan Ewraq" ku qaşo berpirsiyara koma Eniya Herekolê ya YJA- Starê ye û di kategoriya gewr da li wan digeriyan jî hene. Di kategoriya gewr da ji bona qefaltina wan 500 hezar lire xelat hatibû danîn.

Hat diyarkirin yek ji terorîstên hatin berterefkirin jî kesê bi nasnavê "Sîdar Qamişlo" ye ku qaşo berpirsiyarê Herekolê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın