Tirkiye

Di lêpirsîna sazûmaniya krîpto ya FETOyê ya di TSKyê da biryara 157 binçavkirinan

Îzmir navend li 43 parêzgehan di lêpirsîna sazûmaniya krîpto ya FETOyê ya di TSKyê da ji bo 157 berşikên ku 101 jê muwezef in biryara binçavkirinê hat dayîn

18.02.2020 - Rojanekırın : 18.02.2020
Di lêpirsîna sazûmaniya krîpto ya FETOyê ya di TSKyê da biryara 157 binçavkirinan

Izmir

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya dijî sazûmaniya krîpto ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di TSKyê da ji bo 157 berşikên ku rûtbeya wan astsûbay e û 101 jê muwezef in û herwiha hemû mensûbên hêzên deryayî û asîmanî ne, biryara binçavkirinê hat dayîn.

Îzmir navend bi tevahî li 43 parêzgehan ji hêla ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Teror û Sûcên Organîze û Darayî operasyona hevdem hat lidarxistin.

Eşkere bû ku ji berşikan 101 jê hê jî aktîf dixebitin

Herwiha eşkere bû ku ji berşikan 31 jê mensûbên Hêzên Fermandariya Deryayî, 126 jê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî ne û 101 jê jî hê jî aktîf li ser kar in.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.