Tirkiye

Di lêpirsîna dijî sazîbûna FETOyê ya rêvebiriya mulkî da biryara binçavkirina 51 berşikî

Serdar Açıl, Cemil Murat Budak  | 07.04.2021 - Rojanekırın : 07.04.2021
Di lêpirsîna dijî sazîbûna FETOyê ya rêvebiriya mulkî da biryara binçavkirina 51 berşikî

Ankara

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî sazîbûna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya rêvebiriya mulkî da der heqê 37 amîrên berê yên rêvebiriya mulkî û 14 îmamên veşartî da biryara binçavkirinê da.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, di çarçoveya lêpirsîna dijî sazîbûna FETOyê ya rêvebiriya mulkî da hat tesbîtkirin ku amîrên berê yên rêvebiriya mulkî yên berşik bi xetên sabit bi îmamên sivîl ên rêxistinê ra peywendî danîne.

Di vê çarçoveyê da der heqê 51 berşikan da, ku 37 amîrên berê yên rêvebiriya mulkî û 14 jî îmamên veşartî ne, navend Enqere li 22 parêzgehan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Xebatên qefaltina berşikan ji hêla ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Malî ya Ewlekariya Enqereyê va tên meşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.