Tirkiye

"Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin"

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven der barê hilbijartina Stenbolê da got: ""Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin"

Türkan Tosun   | 15.05.2019
"Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin"

Ankara

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven li ber avahiyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind daxuyanî da rojnamevanan.

Guven der barê hilbijartina Stenbolê da axivî û wiha got: "Hilbijartina Stenbolê ne hilbijartineke nû ye, hilbijartina nûkirinê ye, ji ber vê emê lîsteyên sandiqan ên me bi kar anîbûn dîsa bi kar bînin."

Serokê LHByê Guven ji bo hilbijêran jî wiha got: "Ew kesên di 31ê Adarê da mafê wanê bikaranîna rayê hebûn wê di 23yê Hezîranê da dîsa xwedî mafê bikaranîna rayan bin."

- "Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin" 

Guven ji bo lîsteya hilbijêran got wê tu rojanekirin neyê kirin û wiha dewam kir: "Yên ku dibêjin min navê xwe di lîsteyê da nedît, îro piştî nîvro wê di hilbijartina 23ê Hezîranê da li ku, kîjan sandiqê ray bidin wê bikaribin bibînin. Bi tenê serokên lijneya sandiqan wê biguherin, ji xêncî wê tu guherîn wê çênebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın