Sidar Can Eren
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Di lêpirsîna doza Gulistan Dokuya xwendekara zanîngehê ya ku li Tunceliyê ji 5ê Çileya Paşîn a 2020an û vir va jê xeber nayê hildan da, 15 şikbarên din jî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna doza Dokuyê da, li ser telîmata serdozgeriyên komarê yên Tuncelî û Erziromê, li Elezîz, Meletî, Enqere, Stenbol û Tunceliyê operasyonên hevdem hatin kirin.
Di operasyonan da Handan Sonela jina Waliyê Tunceliyê yê berê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketa agahîzaniyê yê ku tê nirxandin ku midaxaleya telefona Gulistan Doku kiriye, 3 doxtor, hemşîreyek, xebatkarekî zanyarê agahiyên komputerê, 5 karmendên nivîsandina daneyan, karsazek û 2 cerdevan bi tevahî 15 şikbar hatin binçavkirin.
Karûbarên şikbaran ên li fermandariya cendirmeyan û ewlehiyê dewam dike.