Çand û huner

Di Goristana Meydanê ya Selçûkiyan a li Xelatê da 41 gorên nû hatin tesbîtkirin

Serdar Adıyaman  | 16.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Di Goristana Meydanê ya Selçûkiyan a li Xelatê da 41 gorên nû hatin tesbîtkirin

Bitlis

 Li Xelata navçeya Bitlîsê di Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a ku xebatên kolandin û restorasyonê dewam dikin da 41 gorên nû hatin tesbîtkirin.

Bi destûr û piştevaniya darayî ya Wezareta Çand û Turîzmê va û serokatiya Hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Mehmet Kulaz va li Goristana Meydanê ya Selçûkiyan a ku Goristana Tirk-Îslamê ya herî mezin a dinyayê ye û 210 donim qadî digire xebatên arkeolojîk dewam dikin.

Serokê kolandinê Kulaz daxuyanî da rojnamegeran û bi bîr xist ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê da ji ber hatina Ûrisan goristana li Xelatê zirareke mezin dîtiye û niha jî ji bo çêtirkirinê xebat didomin.

Kulaz got ku wan heta niha midaxaleyî bi qasî 11 donimê li qadê ye kirine û wiha domand: "Xweliya li vê derê dema tê hildan qad tê rastkirin. Di dema vê xebatê da kêlikên gorên nû derdikevin meydanê. Di çarçoveya vê xebatê da 41 gorên nû hatin tespîtkirin."

Di axaftina xwe da Kulaz destnîşan kir ku di gorên tespît kirine da 18 jê yên zarokan e û heta niha 96 gor restore kirine.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın