Fatih Azgın
25 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2023
Li Kozana navçeya Edeneyê di saet 08.44an da bi mezinahiya 5,5an erdhej çêbû û maleke kevn xisar dît.
Li gor tesbîtên ewil, di maleke kevn a li Taxa Tufanpaşayê da ji ber erdhejê xisar çêbû.
Di malê da tu kes najî, lê dîsa jî derûdora wê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
Ji bilî vê, di hin kargehan da jî xisareke biçûk çêbû.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD), navend Kozana navçeya Edeneyê bi mezinahiya 5,5an erd hejiyabû. Hatibû tesbîtkirin ku erdhej 11,27 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.