Tirkiye

Di doza bûyerên Parka Geziyê da biryar hat eşkerekirin

Di doza bûyerên Parka Geziyê da ji bona Osman Kavalayê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Anadolu Kultur A.Ş.yê biryara beraet û texliyeyê hat dayîn

Nihat Kavşut  | 18.02.2020 - Rojanekırın : 19.02.2020
Di doza bûyerên Parka Geziyê da biryar hat eşkerekirin

Istanbul

Di doza bûyerên Parka Geziyê da tevî Osman Kavalayê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Anadolu Kultur A.Ş.yê ji bona 9 şikbaran biryara beraetê hat dayîn.

Di doza bûyerên Parka Geziyê da ku li Dadgeha Cezayê Giran ya 30yemîn ya Stenbolê hat dîtin biryar hat eşkerekirin.

Heyeta dadgehê tevî Osman Kavalayê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Anadolu Kultur A.Ş.yê ji bona 9 şikbaran biryara beraetê da.

Ji bona Osman Kavalayê şikbarê girtî biryara texliyeyê hat dayîn.

- Dosyeya 7 şikbarên fîrar hat cudakirin

Dadgehê dosyeya şikbarên fîrar Can Dundar, Mehmet Alî Alabora, Ayşe Pinar Alabora, Gokçe Tuyluoglu, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hîkmet Germiyanoglu û Înanç Ekmekçî cuda kir û biryarên qefaltinê rakir.

Dadgehê der barê wan da ji bona îfadeyê biryara qefaltinê derxist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın