31 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 01 Tebax 2019
Di danezana ku piştî Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) hat weşandin da hat destnîşankirin ku "Tirkiye dijî hemû rêxistinên terorê dê heman cehd û biryardariyê têkoşîna xwe bidomîne."
Di danezana MGKyê da hat diyarkirin ku li bakurê Iraqê herekatên Pençe 1 û Pençe 2 yên berdewam bi serkeftî tên meşandin, hat destnîşankirin heta ku herêmên lê operasyon tên kirin bi temamî ji terorê bên paqijkirin dê herekata têkoşîna dijî terorê dewam bike.
Di berdewama danezanê da gotinên "(Sûriye) Biryardariya me ya ji bo ku bi hemû hêza xwe 'Korîdoreke Aştiyê" bê avakirin dê hewl bê dayîn hat teyîtkirin" cî girt.
- Rojhilatê Behra Spî
Di danezana MGKyê da wiha hat gotin:
"Hat ragihandin ku maf û berjewendiyên me yên li Rojhilatê Behra Spî yên ku ji ber hiqûqa navneteweyî derketine holê û ji bo parastina maf û berjewendiyên Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur heyatî ye ku helwesta me ya biryardar û bi prensîb a ku aştî û îstiqrara herêmê esas digire, piştgiriyê dide pêşketina hevkariyê dewam bike."
Di danezana MGKyê da hat ragihandin ku dê xebatên ji bo ronîkirina êrîşa ku dîplometê li Serkonsolosxaneya Hewlêrê peywirdar bû hat şehîdkirin bên şopandin.
Di danezana MGKyê da qala hêvî û hesasiyetên Tirkiyeyê yên ji bo hevkariya stratejîk, parastin û hevkariya ewlehiyê kirin.
Di danezana MGKyê da hat gotin ku Tirkiye li gor Peymana NATOyê û rihê peymanên dualî di çarçoveya hiqûqa navnetewyeî û prensîba wefayê da teahûd û berpirsyariyên xwe bi cî tîne ji mitefîqên xwe jî li benda heman hesasiyetê ye.