Tirkiye

Di 2019an da 64 terorîstên qaşo payebilind hatin berterefkirin

Di operasyonên ku cendirme û yekeyên asayîşê ji serê salê vir va kirin da 64 terorîstên qaşo payebilind hatin berterefkirin û li gor tesbîtê ji van 54 terorîst di lîsteya "Terorîstên ku lê digerin" da ne

11.07.2019 - Rojanekırın : 12.07.2019
Di 2019an da 64 terorîstên qaşo payebilind hatin berterefkirin

Ankara

Di operasyonên ku cendirme û yekeyên asayîşê ji serê salê vir va kirin da 64 terorîstên qaşo payebilind hatin berterefkirin û li gor tesbîtê ji van 54 terorîst di lîsteya "Terorîstên ku lê digerin" da ne.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, ji serê salê pê va di operasyonên ewlehiya navxweyî da 679 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.

Li gor tesbîtan ji van terorîstên berterefkirî 3 di kategoriya sor, 5 di kategoriya şîn, yek di kategoriya kesk, 8 di kategoriya porteqalî û 37 jî di kategoriya gewr da ne.

10 terorîstên ku hatin berterefkirin jî di lîsteyan da tunene, lê di nav rêxistinê da qaşo berpirsiyarên eyalet û herêman in.

Ji 64 terorîstan 10 jê li Şirnexê, 4 jê li Sêrtê, 6 jê li Stenbolê, 3 jê li Mêrdînê, 10 jê li Diyarbekirê, 11 jê li Tunceliyê, 2 jê li Bidlîsê yên mayî jî li bajarên din û di operasyonên derveyî welêt da hatin berterefkirin.

Di nav terorîstên ku hatin berterefkirin da tenê yek jê di kategoriya sor da ye û li welêt e hat berterfkirin, ew jî Şerîf Yakutê bi kodnavê "Alî Piling" e û qaşo berpirsê naverastê yê rêxistinê ye.

Yakut li Bidlîsê di operasyonê da hatibû berterefkirin.

Qaşo berpirsê Tirkiyeyê yê DHKP/Cyê Umît Îlter li Stenbolê hat girtin û di kategoriya kesk da bû, endamê MLKPyê Azîmet Ceyhan jî li Edirneyê hatibû girtin û di kategoriya şîn da bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.