Di 2 salan da ji milyonekî zêdetir kesî Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ziyaret kir
Ji roja vekirinê heta niha di nav 2 salan da milyonek û 39 hezar 137 kesî Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ziyaret kir.

Ankara
Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê di 20ê Sibata 2020î da bi vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna gelek mêvanan va vebû. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir li Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê 4 milyon û 100 hezar jê çapkirî û ji 200 milyonî zêdetir jî çavkaniyên li ser înternetê barkirî, hene.
Ji ser pergala Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê xwe gihandina 30 milyon hezarî zêdetir belgeyên Serokatiya Arşîvên Dewletê yên li înternetê hatine barkirî û ji 100 hezarî zêdetir berhemên Serokatiya Saziya Berhemên nivîskî mimkun e.
Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê seranserê hefteyê vekiriye û di sala 2020î ku hat vekirin da jî ji alî 315 hezar û 710 kesî va hat ziyaretkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.