Tirkiye

"Di 15 saliya xwe da bi seyranê hatim xapandin"

Keçika ku 6 sal berê di 15 saliya xwe da bi zorê ji malbata xwe hatibû qetandin di îfadeya xwe da diyar kir ku bi navê "seyranê" birin û revandin çiyê, her tim xwest ku ji destê wan bireve lêbelê bi malbata xwe hat tehdîdkirin

Haydar Şahin  | 20.09.2019 - Rojanekırın : 21.09.2019
"Di 15 saliya xwe da bi seyranê hatim xapandin"

Diyarbakir

Li Diyarbekirê çalakiya ku dayikên ji bo bigihêjin zarokên xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike di heman demê da keçika ku 6 sal berê di 15 saliya xwe da bi zorê ji malbatê xwe hatibû qetandin di îfadeya xwe da diyar kir ku bi navê "seyranê" birin û revandin çiyê, her tim xwest ku ji destê wan bireve lêbelê bi malbata xwe hat tehdîdkirin.

B.T. ya 6 sal berê dema di pola 10an ya Lîseya Meslek û Teknîkê ya Qîzan a Muazzez Sumerê da dixwend revandin çiyê ji vir 2 meh berê firsend dît ji qampa PKKya rêxistina terorê ya li bakurê Iraqê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû. Diya B.T.yê di sala 2014an da ji bo bigihêje qîza xwe li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê tevlî çalakiya rûniştinê bibû.

B.T. ya 6 sal şûnda gihîşte malbata xwe qala pêvajoya xapandin, revandin û revîna xwe ya ji destê rêxistinê kir.

- Beşdarî qursên şaredariyê ji bo zarokan vekiribûn bûye

B.T.yê di îfadeya xwe da diyar kir ku dema xwendekara pola 10an bû beşdarî qursa ji bo zarokan a li Navenda Çandê ya Dîcle-Feratê ya di banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da hatibû vekirin bû.

B.T.yê destnîşan kir ku di dema qursê da beşdarî çalakiyên civakî yên yekeya Meclisa Ciwanan a li Parka Sumerê dibû, bi navbeynkariya merivê xwe wekî Alî da nasîn va tevlî xebatên rêxistinê bû.

- "Bi meneya "seyranê" revandine

B.T.yê diyar kir ku Alî jê ra gotiye bira tevlî YDG-Hya şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê bibe, ji malbata xwe ra qala mijarê kiriye û malbatê wê jê ra gotiye "bi merivên wisa ra nebe heval", ji ber ku wê çaxê zarok bû jî rûyê wan ê rastî nas nekiriye.

B.T.y destnîşan kir ku Alî di 16ê tîrmeha 2013an da gotiye ku ew ê herin seyranê û dixwaze wê bi hin hevalan bide nasîn, ji ber ku ji seyranê hez dike jî teklîfa Alî qebûl kiriye. B.T.yê got 2 roj şûnda bi wesayîta ku 3 mêr têda bûn va hatin ew hildan û berê xwe dan Liceyê.

- Piştî revandinê teslîmî rêxistinê kirine

B.T.yê got Alî li tanga Yolçatiyê got, "karê min derket" û ji wesayîtê peya bû, paşê li ser rê 2 terorîstên jin ên PKKyî pêşwaziya wan kirin û wê çaxê tirs kete dilê wê.

B.T.yê wiha got: "A.D.yê bi min ra hatibû ji terorîstan ra got 'Hevala ku me teslîmî we bikira ev e' û ez teslîmî terorîstan kirim. Ez zehf tirsiyabûm û min tiştek negot. Lewra ez li benda tiştekî wiha nebûm û di destê terorîstan da sîlah hebûn.

Haya min ji min tunebû. Merivê ez telîmî terorîstna kirim ji min ra got 'Em ê werin dîtina te' û ji wê derê veqetiyan. Ez 40 deqîqeyî bi van terorîstan ra meşiyam û em çûn cem 2 terorîstên din. Em şevekê bi hev ra man û paşê derbasî ciyekî bûn. Li vê derê 5ê wan jin 15 kesên teze tevlî rêxistinê dibûn me bi hev ra qasî 15 rojan perwerdeya teorîk, eskerî û îdeolojîk dît. Piştî perwerdeyê bi 3 terorîstên çekdar ra em derketin rê û di nav 25 rojan da gihîştin Zapa herêma li bakurê Iraqê."

- PKKya rêxistina terorê hildaye hepsa malê

B.Tyê got di sala 2018an da nexweş ket û şandin Sûriyeyê, li vê derê demeke dirêj tedawî bû, her tim xwest ku bireve û bigihêje malbata xwe û ji bo vê pîlan amade kir.

B.T.yê diyar kir ku li çolê bi tenê milîsên ji gelê herêmê û malbata kesên berê tevlî rêxistinê bûne dihatin bi terorîstan ra hevdîtin dikin û wiha axivî: "Di sibatê da min hewl da ku birevim. Li sînorê Iraqê bi destê yekeyeke rêxistinê hatim girtin. 18 roj hepsa malê dan min. Di wê demê da her roj îfadeya min hildidan."

B.Tyê axaftina xwe wiha domand: "Yekeyên me digot "taburên enternasyonal" ên ji terorîstên biyanî pêk dihatin di nav YPGyê da çalakî li dar dixistin. Rojnamevanên biyanî û kesên biyanî yên rêxistina terorê mereq dikirin jî dihatin van qampan û li wargehan digeriyan."

- Pêvajoya revê

B.T.yê der barê reva xwe ya ji rêxistina terorê da wiha got:"Di sala 2013an da di 15 saliya xwe da bi navê seyranê ez revandim çiyê. Min her tim xwest ku ji destê wan birevim lêbelê bi malbata xwe hatim tehdîdkirin. Di meha tîrmehê da wezîfeya vedana kozikê dan koma me. Me bi qasî 17 rojan kozik vedan. Dema vedan xilas b min tevir avêt kozikê. Min paşê got ku 'Min tevir ji bîr kiriye, diçim bînim' û ji rêxistinê revîm. Kêmzêde 40 deqîqeyî revîm û li wesayîta derkete pêşiya min siyar bûm. Bi vê wesayîtê hatim Zaxoyê. Li vê derê teslîmî pêşmergeyên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê bûm. Îsal tevlîbûna rêxistinê di asta herî kêm da ye, hema bêje qet tune. Ji ber ku min malbat û dewleta xwe mijûl kir gelekî poşman im."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.