Tirkiye

Di êrîşa rejima Esed a dijî Îdlibê da 2 jê zarok, 6 sivîl hatin kuştin

Eşref Musa, Mehmet Burak Karacaoğlu   | 18.07.2021
Di êrîşa rejima Esed a dijî Îdlibê da 2 jê zarok, 6 sivîl hatin kuştin

İdlib

Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed û komên terorîst ên ku Îran li piştê ye li Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Îdlibê agirbest binpê kirin û êrîş pêk anî. Li gorî encamên destpêkê di êrîşê da 2 jê zarok, 3 jê jin 6 sivîl hatin kuştin û herî kêm 6 sivîl jî birîndar bûn.

Hêzên rejimê yên li baregeha Hamidiyeyê ya li navçeya Maarratunnumanê ya li rojhilatê başûrê Îdlibê, bi çekên ku ji bo bejayê guleyan agir dikin, êrîşî gundê Îhsîmê yê li rojhilatê başûrê Îdlibê kirin.

Li gorî agahiya ku ji ekîbên Parastina Sivîlan hat wergirtin, di êrîşa dijî gundê Îhsîmê ya li herêma Cebel Zawiyeyê da li gorî encamên destpêkê 2 jê zarok, 3 jê jin 6 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn.

Duh jî hêzên rejimê êrîşî gundê Sîrceyê kiribûn û di encamê da 3 jê zarok, yek jê xwebexşê parastina sivîlan bi tevahî 6 sivîl hatibûn kuştin.

- Rewşa li Îdlibê

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın