Tirkiye

Derbeya havînê YPG/PKKya kujerê dergûşan xistin

Di operasyonên dijî YPG/PKKya rêxistina terorê yên havînê li hundirê welêt û dervayî welêt hatin kirin da 396 terorîst hatin berterefkirin

Türkan Tosun, Haydar Şahin  | 19.09.2019 - Rojanekırın : 20.09.2019
Derbeya havînê YPG/PKKya kujerê dergûşan xistin

Erzurum

 Di operasyonên dijî YPG/PKKya rêxistina terorê yên havînê li hundirê welêt û dervayî welêt hatin kirin da 396 terorîst hatin berterefkirin.

Operasyonên dijî rêxistinên terorê yên ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK), Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) û gundparêzan va têne kirin ku rê li ber xirabkirina wan a aştî, aramî û biratiyê bê girtin, bibiryar dewam dikin.

Hêzên ewlehiyê nabêjin roj û şev, çol û best li dû terorîstên PKKyî digerin, bi hefteyan li eraziyê dimînin. Di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê da jî hêzên ewlehiyê operasyon kirin û derbeyeke mezin li rêxistinê xistin.

- Di nav 3 mehan da 396 terorîst hatin berterefkirin

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist di navbera 1ê Hezîranê û 31ê Tebaxê da di êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê da 28 xebatkarên ewlehiyê şehîd ketin, zarok jî di nav da 8 sivîl mirin. 30 hêzên ewlehiyê û 9 sivîlên birîndar bûn hatin dermankirin.

Di operasyonên dijî YPG/PKKya rêxistina terorê yên havînê li hundirê welêt û dervayî welêt ji bejahî û esmanî hatin kirin da qaşo berpirsyarên payebilind jî di nav da 396 terorîst hatin berterefkirin.

Li gelek bajaran li hemberî PKKya destbixwîn û şaxa wê ya ciwaniyê operasyon hatin kirin, 1064 şikbar hatin binçavkirin. Ji van şikbaran rêvebirên HDP û DBPyê jî di nav da 132 kes hatin girtin.

Mehmetçikan bi taybetî herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Tuncelî, Diyarbekir, Erzîngan, Erzirom, Agirî, Qers, Hekarî, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Bidlîs û Wanê sitargeh û depoyên ji hêla terorîstan va dihatin bikaranîn îmhe kirin.

- Qaşo berpirsyarên payebilind yek bi yek hatin berterefkirin

Hêzên ewlehiyê ji bo ku terorîstan berteref bikin wek li hundirê welêt li dervayî welêt jî bênavber xebatên xwe didomînin.

Li çol û bestên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hêzên ewlehiyê bi operasyonên bejahî û esmanî va derbeyeke cidî didin terorîstan. Bi van operasyonan ve qaşo berpirsyarên payebilind ên rêxistinê yek bi yek hatin berterefkirin.

Di 7ê hezîranê da li Liceya navçeya Diyarbekirê du terorîst hatin berterefkirin. Hat tespîtkirin ji wan yek Osman Gulenê bi navê wî yê kod "Ciwan" e, navê wî di Lîsteya Yên Ji Ber Terorê Lê Digerin a Wezareta Karên Derva da heye û bi 300 hezar lire xelatê va wî digerin.

Hat tesbîtkirin ku terorîstên din ê di operasyonê da hat berterefkirin jî kiryarê êrîşa terorê ya di 17ê sibata 2016an da li Kuçeya Merasimê a Enqereyê hatibû kirin û tê da 29 kes hatibûn şehîdkirin e.

Terorîstekî ku di sala 2016an da êrîşa bi bombe ya li Vodafone Parka Beşîktaşê kiribû û tê da 39ê wan polês 46 kes şehîd kiribûn jî di 12ê hezîranê da li Hekariyê hatibû derdestkirin.

- Terorîstê di kategoriya "Sor" da lê digeriyan hat berterefkirin

Di 16ê hezîranê da li Bidlîsê terorîstek kuştî hatibû girtin hat tesbîtkirin ku ew kesa Unal Dîndarê bi navê "Eren Karker" tê zanîn ê berpirsyari Sasonê ye û di lîsteya terorîstên lê digerin a kategoriya "tutik" da ye.

Şerîf Yakutê di kategoriya "Sor" da lêdigerin û berpirsyarê şehîdkirina Yunus Emrah Ateşê Çawîşê Pispor ê cendirme ye jî di operasyona 19ê hezîranê ya li Bidlîsê da hat berterefkirin.

Di 22yê tîrmehê da li Yedîsuya navçeya Bîngolê operasyon hat kirin û 2 terorîst hatin berterefkirin. Hat tesbîtkirin ji wan yek Hulya Kula bi navê "Şevîn"ê tê zanîn a qaşo fermandara eyaleta Erziromê ya rêxistina terorê ye ji bo dîtina wê di kategoriya "Hêşîn" da milyonek û 500 hezar xelat hatiye danîn. Dîsa hat tesbîtkirin ku terorîstê din jî Cîhan Akalinê bi navê "Bahoz Welat" tê zanîn ê qaşo berpirsyarê Hêza Çavreş a eyaleta Erziromê ye û ji bo dîrina wî di kategoriya "Gewr" da 300 hezar xelat hatiye danîn.

- Terorîstên kujerê sivîl û dergûşan nikarin ji hêzên ewleakriyê birevin

Di 28ê tîrmehê da li Çiyayê Tendurekê yê Agiriyê operasyon hat kirin û 2 terorîst hatin berterefkirin. Hat tesbîtkirin ku ji wan yek Ugur Arslanê bi navê "Agir" tê zanîn û ji bo dîtina wî di lîsteya "Tutik" da 600 hezar xelat htiye danîn. Dîsa hat tesbîtkirin ku Ugur Arslan tevlî bûyerên şehîtkirina 22 wezifedarê ewlekariyê û zarokekî û gelek bûyerên din bûye.

Muhammet Fadlullah Kamiş terorîst ê bi navê "Şevger" tê zanîn ê berpirsyarê kuştiya Savçi Kuçukê Ezayê Meclisa Şaredariya Qereyaziyê yê AK Partiyê û biraziyê wî jî di 29ê tîrmehê da li Erziromê sax hat girtin.

2 terorîstên ji bo êrîşa terorê ya di 13ê adara 2016an da li Guvenparka Enqereyê hatibû kirin û tê da 38 sivîl hatibûn kuştin û 349 kes birîndar bibûn teqemenî temîn kirine jî di 2yê tebaxê da li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hatin girtin.

Di 12-13ê tebaxê da li çiyayên Kemaha navçeya Erzincanê operasyon hat kirin û 3 terorîst hatin berterefkirin. Hat tesbîtkirin ku ji wan yek Ahmet Boyrazê bi navê "Fîkrî" tê zanîn e û di lîsteya terorîstên lê digerin a kategoriya "tutik" da cî digre.

Di 24ê tebaxê da li Baykana navçeya Sêrtê operasyon hat kirin di operasyonê da Ugur Dagliyê terorîstê bi navê "Harun Berxwedan" tê zanîn hat berterefkirin. Eşkere bû ku Dagliyê terorîst berpirsyarê revandin û kuştina mixtarê li Hîzana navçeya Bidlîsê ya 3 sal berê ye.

- Li derva û nav welêt operasyonên mezin ên dijî terorîstan

Wezareta Parastina Neteweyî di 27ê gulanê da li dijî hedefên terorîstan ên li bakurê Iraqê "Herekata Pencikê" da destpêkirin û operasyon dewam dike.

Armanca herekatê ew e ku şikeft û sitargehên terorîst bi kar tînin ên li herêma Xakurkê û terorîst werin berterefkirin.

Wezareta Karên Navxweyî di 17ê tebaxê da bi beşdariya cendirme yekeyên ewlekariyê û gundparêzan va li Hekarî, Şirnex û Wanê "Operasyona Qiranê" da destpêkirin û operasyon hê dewam dike.

Di operasyonan da zozan û mêrg tên kontrolkirin, şikeft û sitargehên rêxistin bi kar tîne tên îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın