10 Sibat 2016•Rojanekirin: 10 Sibat 2016
HAKKARÎ
Li Şemzînanê der barê êrîşa ku PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî kir de kesek hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di 21ê cotmeha 2015an de terorîstan li ber rawestgeha teksiyan a li Kolana Sermentê wesayîteke bombebarkirî teqandin. Di çarçoveya lêpirsîna der heqê vê yekê de ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê H.Î.Kyê ku der barê wî de biryara girtinê hebû binçav kirin.
Piştî miameleyên îfadeyê yên li Midûriya Ewlehiyê H.Î.K sewqî dadgehê kirin.
Li navçeyê ji aliyê PKKyê ve bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êrîşê de di Qaymeqamtî, Midûriya Ewlehiyê, Nexweşxaneya Dewletê û gelek mal û kargehan de xisar çêbibû, xizmetên tenduristiyê derengî ketibûn.