Tirkiye

Der barê 10 biyaniyan de kar û barên qanûnî dan destpêkirin

Der barê 10 biyaniyên ku xwe li çar bajaran wekî çavdêr dan nîşandan û mudaxeleyî hilbijartinan dikin de kar û barên qanûnî dan destpêkirin.

Türkan Tosun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Der barê 10 biyaniyan de kar û barên qanûnî dan destpêkirin

Ankara

ANKARA 

Der barê 10 biyaniyên ku ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an akredîtasyona wan tune û ne jî çavdêrên AGÎTê ne, lê li çar bajaran xwe wekî çavdêr dane nîşandan û mudaxeleyî hilbijartinan dikin de kar û barên qanûnî dan destpêkirin.

Li gor agahiya rayedarên Wezareta Navxweyî li Agiriyê 3 Fransî, li Şirnexê 3 Alman, li Batmanê kesek û li Diyarbekirê jî 3 Îtalyan bi tevahî der barê 10 kesên biyanî yên ku tê gotin mudaxeleyî hilbijartinan dikin de kar û barên qanûnî dan destpêkirin.

Hat tespîtkirin ji bo hilbijartinê akredîtasyona van kesan tune, ew ne çavdêrên AGÎTê ne, lê xwe wekî çavdêr dane nasandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın