Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayîkên Diyarbekirê 34 roj e li benda zarokên xwe ne

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo Dayîkên Diyarbekirê ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya, dewam dikin

06.10.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Dayîkên Diyarbekirê 34 roj e li benda zarokên xwe ne

Diyarbakir

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo Dayîkên Diyarbekirê ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya, dewam dikin.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayîkên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, ev 34 roj e dewam dike.

Dr. Sezai Çelik ku di dema hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî da kesên ku li ser Pira Şehîdan a 15ê Tîrmehê birîndar bûn, derman kirin, ligel qederek endamên Komeleya Alîkariyê ya Navneteweyî ya Yeşîl Vadiyê ji bo piştgiriyê çû ziyareta dayîkan.

Çelik di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji bo ku piştgiriyê bidin têkoşîna dayîkên mexdûrên terorê, hatin vê derê.

Çelik got, "Bira dayîkên welatê me negirîn. Em kesên ku wan dayîkan didin girîn, şermezar dikin, lanet dikin" û wiha dewam kir:

"Li vê derê hêsîrê dayîkan heye. Em dibînin ku hindik maye roniya çavê dayîkan vemire. Ji ber ku zarokê me yê 10 salî jî revandine, polêsê me jî eskerê me jî revandine. Ji gotinên dayîkan eşkere ew yek tê fêmkirin, ciwanên me yên ku dê xizmeta vî memleketî bikirana, di van bînayan da xapandine û birine serê çiya. Ev pirsgirêka me hemûyan a hevpar e, me jî ev izdirab ji dil parve kir. Çareseriya wê jî ew e ku dil û cergên cesûr werin bal hevdu û gel vî dengî bibihîze."

- "Êdî dema wê hatiye ku mirov ji van ra 'bisekinin' bêje"

Karsaz Fatih Oruç ku ji bo piştgiriyê dayîk ziyaret kirin, diyar kir ku ew li cem wan dayîkan in ku çalakiya rûniştinê dikin.

Oruç wiha xeberda, "Terorîst Tirkan bi Kurdan didin kuştin, tovên nîfaqê di navbera me da diajon. Dixwazin bigihîjin mirazê xwe. Em dixwazin lîstika li paş vê perdeyê were dîtin. Em dixwazin ku ew taşeroniya welatên emperyalîst nekin. Êdî dema wê hatiye ku mirov ji van ra bêje 'bisekinin'."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.