Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirî yên çalakiya rûniştinê dikin bertek nîşanî HDPyiyan dan

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku dibêjin zarokên wan ji hêla HDPyê va hatine xapandin û çûne çiyê dewam dike

22.09.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Dayikên Diyarbekirî yên çalakiya rûniştinê dikin bertek nîşanî HDPyiyan dan

Diyarbakir

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyê bajêr ê HDPyê ya Diyarbekirê di 3yê îlonê da dest pê kiribû dewam dike, dayikên Diyarbekirî bertek nîşanî partiyiyan didin û dibêjin "Em 20 roj in li vir rûdinên lê ne xema wan e."

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku dibêjin zarokên wan ji hêla HDPyê va hatine xapandin û çûne çiyê dewam dike.

Dayikên beşdarî çalakiyê dibin bertek nîşanî partiyiyan dan û gotin "Em 20 roj in li vir rûdinên, lê ne xema wan e."

Malbatan dirûşmeyên wek "Hûş nebe, dorê bê li te", "Bila PKK qehr be" berz kirin.

Şehmus Kayayê ji bo kurê xwe yê Vedat beşdarî çalakiyê dibe egaleke li ser hîv û stêrk heye li ser paceya avahiyê bajêr ê HDPyê daliqand.

- "Dem ew dem e ku dayik ji vê zilmê ra bibêjin bes e"

Dayika Yildiz Balliya ji Konyayê hatiye û ji bo qîza xwe ya Yasemîn (16) beşdarî çalakiyê bûye jî wiha got: "Selahattîn Demirtaş dibêje 'hûn dayikên me, xwîşkênme û birayên me ne'. Ka li ku ma biratî û xwîşkîtî. Dayikno, xwîşkno ez bangî we dikim. Me ewladên xwe di nav şertên hêsan da xwedî nekir. Dem ew dem e ku dayik ji vê zilmê ra bibêjin bes e. Dilê me dişewite, êdî bes e. Ez ji her kesê ku ewladê wan tê revandin ra dibêjim. Piştgiriyê bidin me. Heke hûn jî bên li vir, emê zarokên xwe ji wir bînin."

Muhîttîn Avunanê ji bo xwarziyê xwe beşdarî çalakiyê dibe jî wiha îdia kir: "Qendîla herî mezin ev der e. Yên guleyan berî polêsên me, eskerên me dikin ev in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.