Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê nobeta ji bo ewladên xwe dane destpêkirin didomînin

Nazli Sancar:"Em ê heta dawiyê vê têkoşîna xwe bidomînin. Heta zarokên me neyên em ji vê derê ranabin."

01.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Dayikên Diyarbekirê nobeta ji bo ewladên xwe dane destpêkirin didomînin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê nobeta ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya zarokên wan ji bo serê çiya bi destê HDPê hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 303yemîn.

Nazli Sancar a ku ji Wanê bo qîza xwe Şeymaya 8 sal berê hêj 15 salî bi xapandin birin serê çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bû got ku qîza alîgirên rêxistina terorê qîza wê revandin û ew pir li ber qîza xwe dikeve û kezeba wê diperite.

Sancarê destnîşan kir ku HDPê ewladên wan biriye û ew jî ewladên xwe ji HDPê dixwazin û bo HDPê jî zarokên xwe mezin nekirine û wiha dewam kir: "Em ê heta dawiyê vê têkoşîna xwe bidomînin. Heta zarokên me neyên em ji vê derê ranabin. Keçika min, Şeymaya min, heke tu min dibihîsî were, teslîm bibe. Dema tu rastî esker û polêsan hatî teslîm bibe. Netirse qîza min ew li wê derê we ditirsînin. Were dayike te bi qurbana te êdî were."

Ji dayikên beşdarî çalakiyê bûne Fatma Akkuşê jî got ku 5 sale ew ji qîza xwe Songulê tu xeber hilnade û wiha domand: "Malbatên li vê derê heta negihîjin ewladên xwe ji pêşiya HDPê naçin. Qîza min tu li kê derê yî bi qedrê Xwedê kî tu xeberekî ji me ra bişîne. Bila haya me ji te hebe. Min bêriya te kiriye."

Abdullah Demirê ji bo kurê xwe Fatîh Demir ku beşdarî çalakiyê bûye jî got ku ew dixwaze bigihîje ewladê xwe û wiha domand: "Zarokên me bi navbeynkariya HDPê birin serê çiyê. Em ji bo zarokên xwe li vê derê çalakiyê dikin. Heta ji destê min bê jî ez dev ji ewladê xwe bernadim û ez ê çalakiya xwe bidomînim. Kurê min kezeba min e. Xwedê derdê kezebê nîşanî kesî nede."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.