Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê bo teslîmbûnê bangî zarokên xwe kirin

Bestami Bodruk  | 14.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Dayikên Diyarbekirê bo teslîmbûnê bangî zarokên xwe kirin

Diyarbakir

Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştina Dayikên Diyarbekirê ku HDPê wek berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 590î da dewam dike.

Malbatên di nobetê da ne bi malbatên ku li Îzmirê pêş avahiya HDPyê bo ewladên xwe nobetê digirin ra ji ser têlefonê bi dîtbarî axivîn. Di axaftinê da herdu aliyan jî piştevanî dan hev û biryar dan ku wê nobeta xwe bi biryardarî bidomînin.

Hayriye Akyuza ji bo birayê xwe Ensarî Karaşanê revandine serê çiyê tevlî çalakiyê bû û got ku tevlî malbatên din ew li navnîşana rast sekinîne û wiha domand: "HDP ciwanan dişîne. Ez ji te rica dikim vegere malê. Me te bernedaye û tu jî me bernede. Rêya tu tê dayî tê nîne. Heke ew der cihekî baş bûye di şûna we da wê ewladên xwe bişandina wê derê. Ewder bi tenê cihê mirinê ye."

Mehmet Gokçeyê ji Agiriyê bo kurê xwe Salih Gokçe hatibû jî got ku ew 590 roj e di çalakiyê da û dibêje ku HDPê ewladê wî xapandiye û ji ber vê jî ewladê xwe ji HDPyê dixwaze.

Gokçe bangî kurê xwe kir û got: "Kurê min were û teslîm bibe. Heta tu werî ez ji vê derê naçim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.