Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê biryardar in ku ewladên xwe ji nav lepên terorê xilas bikin

Aziz Aslan   | 27.07.2021
Dayikên Diyarbekirê biryardar in ku ewladên xwe ji nav lepên terorê xilas bikin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe bi biryardarî didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya zarokên wan ji alî HDPyê va hatine xapandin û revandine serê çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 694an.

Ayşegul Bîçera ji bo kurê xwe Mustafa di nobetê da ye got ku ew gelek caran ji ber tevlî nobetê bûye rastî gef û heqaretê hatiye û wiha domand: "Ez bi biryardarî çalakiya xwe didomînim. Heqê me dê û bavan e ku em ewladên xwe bixwazin. Zarokên me bi navbeynkariya HDPyê va tên xapandin û direvînin serê çiyê. Em biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin lewra canê me çûne. Ez heta ewladê xwe hilnedim ji pêşiya HDPyê ranabim. Tu tişt nikare min ji vê derê rake. Ez ewladê xwe dixwazim û ezê bi ser kevim jî."

Bîçerê ji dê û bavên ku ewladên wan bi xapandin birine serê çiyê xwest ku bila werin û beşdarî çalakiyê bibin û ew hemû bi hev ra ewladên xwe ji nav lepên terorê xilas bikin.

Nurettîn Odumluyê ji bo kurê xwe Yusufê 16 salî yê ku 7 sal berê li Sêrtê bi xapandin biribûn serê çiyê beşdarî çalakiyê bû û got ku ewladê wî ji alî HDPyê va hatiye revandin.

Di axaftina xwe da Odumlu got: "PKKya rêxistina terorê ji hev diqete û ber bi dawiyê va diçe. Em heta zarokên xwe hilnedin naçin. 50 sal jî derbas bibe em ê li vê derê bin. Em dev ji vê yekê bernadin. Em sondxwarî û bi biryar in."

Odumlu bangî kurê xwe kir ku bila were û teslîm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın