Hamdi Dindirek
15 Hezîran 2026•Rojanekirin: 15 Hezîran 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan diyar kir, rêkeftina ku di navbera Amerîka û Îranê da pêk hat, ji bo pêkanîna sulha sukûnê ya herêmê, ew wekî geşedaneke giring dibîne û bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê NSosyalê da wiha got, "Rêkeftina ku di navbera Amerîka û Îranê da pêk hat, ji bo pêkanîna sulha sukûnê li herêma me, ez wekî geşedaneke giring dibînim û bi kêfxweşî pêşwazî dikim."
Erdogan bal kişand ku ew ji dil hêvî dike ku ev xebera pêdiviya hemû dinyayê pê heye, li herêmê bibe wesîleya aramî û ewlehiya mayînde û wiha got:
"Ez binê wê yekê bi giringî xêz dikim ku heya roja îmzeyê, divê mirov ji vegotin, tehrîk û çalakiyên ku dê rageşiyê gur bike dûr bisekine û li hemberî sabotajên muhtemel baldar be. Lîdertiyên Amerîka û Îranê di serî da ez spasiya navbeynkariya mustesna ya Pakistanê ya ji ber pêkanîna vê encamê dikim. Her wiha ez dixwazim wê yekê jî îfade bikim ku piştgiriya Qeter û Erebistana Siûdî ya ji bo hewldanên dîplomatîk ji bo min cihê şanaziyê ye. Wekî Tirkiye em ê piştevaniya xwe ya ji bo pêkanîna aştî, aramî û îstiqrara li herêmê bidomînin."