Tirkiye

Daviyê lîstikvanê Amerîkayî pesnê Balafirgeha Stenbolê da

Robert Daviyê stranbêj, lîstikvan û şovmenê Amerîkayî li ser hesabê xwe yê medyaya civaki pesnê Balafirgeha Stenbolê da

İbrahim Atmaca  | 05.12.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
Daviyê lîstikvanê Amerîkayî pesnê Balafirgeha Stenbolê da

Ankara

 Robert Daviyê stranbêj, lîstikvan û şovmenê Amerîkayî li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parvekir û got ku ew, jina xwe û dergûşa xwe ji bo ku herin Stockholma paytextê Swêdê li Balafirgeha Stenbolê ne û ew bû heyranê balafirgehê.

Lîstikvan got ku ew ji bo gerekê hatin Stenbolê û dema ku vîdeo dikişand, pê ra axivî jî û wiha got, "Vaye ez li Tirkiyeyê Balafirgeha Stenbolê me. Bi rastî jî balafirgeheke newaze ye. Paqij e. Bi hezaran meriv lê hene. Ka li banê wê, rengên wê û mîmariya wê mêze bikin."

Davi diyar kir ku Los Angeles û John F. Kennedy jî tê da bêhna merivan li balafirgehên li Amerîkayê teng dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.