Tirkiye

Daholvana jin radihêje dahola xwe maniyan dibêje û gundiyan radike paşîvê

Özgün Tiran  | 05.05.2021 - Rojanekırın : 10.05.2021
Daholvana jin radihêje dahola xwe maniyan dibêje û gundiyan radike paşîvê

Kırklareli

 Li Luleburgaza navçeya Kirklareliyê xelkê gundê Ayvaliyê Zuhal Erola 51 salî wextê paşîvê radihêje dahola xwe û bi maniyên xwe yên lihevhatî gundiyan radike paşîvê.

Ji ber ku par di meha remezanê da li gund ji bo paşîvê daholvan nehat dîtin, mixtar ev yek bi Zuhal Erolê ra parve kir.

Digel ku mêrê wê got, "Ev şixulê mêran e", "Tu nikarî bikî" lê ji bo domandina kevneşopiya daholvanê remezanê, wê bi awayekî xwebexş rahêşt daholê û ew welatiyan radike paşîvê.

Erolê sibehê zû dewarên xwe alif dike, wan didoşe û dû ra jî wan dibe çêrandinê. Li ber dewaran Erolê carinan jî bi dengê xwe yê zîz sitranan jî dibêje.

Piştî ku heywanan tîne malê, Erolê vê carê dest bi amadekariya fitarê dike.

Erolê her wiha beriya wextê paşîvê radibe, digel mêrê xwe paşîvê dixwe û radihêje dahola xwe, maniyan dibêje û gundiyan radike paşîvê.

Erolê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku her şev wextê paşîvê ew bi kelecaneke nû hişyar dibe û welatiyan radike paşîvê.

Erolê diyar kir ku ev du sal in ew daholvaniya remezanê dike û wiha dewam kir, "Mezinên me yên gund han didin min, min teşwîq dikin ku vî karî bikim. Ev yek jî min motîve dike. Heta tenduristiya min li cih be ez ê vî karî her sal bikim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.