Tirkiye

Dadgeha Temyîzê ji ber "propagandaya rêxistinê" beraeta Gultan Kişanakê betal kir

Daîreya Cezayê ya 16mîn a Dadgeha Temyîzê der barê gotinên Gultan Kişanak a şaredara berê ya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da biryar da ku bila li ser gotinên wê niqaş bên kirin û biryar paşê bê dayîn.

20.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Dadgeha Temyîzê ji ber "propagandaya rêxistinê" beraeta Gultan Kişanakê betal kir

Ankara

Daîreya Cezayê ya 16mîn a Dadgeha Temyîzê biryara beraeta der barê Gultan Kişanak a şaredara berê ya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" hatibû dayîn betal kir.

Kişanakê di 16 Gulana 2012an da li Patnosa navçeya Agiriyê daxuyanî dabû çapemeniyê û ji ber gotinên li wê derê gotibû jî der barê wê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" doz hatibû vekirin.

Dadgeha Cezayê Giran a Patnosê der barê Gultan Kişanakê da biryara beraetê da.

Li ser temyîzkirina biryarê Daîreya Cezayê ya 16mîn a Dadgeha Temyîzê biryara beraetê ya dadgeha herêmî betal kir.

Di biryara daîreyê da gotinên ku Kişanakê gotiye hatin parvekirin û hat gotin ku ew gotin divê li gor rê û rêzikên qanûnî bên lêkolînkirin û bila bê mêzekirin ka ew gotin di nav xwe da tundî û tehdîtê dihewînin yan na û biryar li gor wê encamê bê dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.