Tirkiye

Dîmenên şeva îxanetê gihîştin destê AAyê

Dîmenên teze yên li ser hewla derbeya bêbext a eskerên dizîka di nav Artêşa Tirkiyeyê da bi cî bibûn di 15ê Tîrmeha 2016an da rabibûnê gihîştin destê AAyê

Haydar Şahin   | 11.07.2019
Dîmenên şeva îxanetê gihîştin destê AAyê

Istanbul

Di dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da eskerên derbekar xebitîbûn ku Walîtiya Stenbolê dagir bikin û tankeke di destê derbekaran da ji bo piştgiriyê bide dagirkirina walîtiyê hetanî Pireya Xalîcê hatibû, welatiyan qehremanî kiribûn û tank li ser pireyê dabûn sekinandin. Dîmenên dema sekinandina tankê derketin holê.

Dîmenên teze yên li ser hewla derbeya bêbext a eskerên dizîka di nav Artêşa Tirkiyeyê da bi cî bibûn di 15ê Tîrmeha 2016an da rabibûnê gihîştin destê AAyê.

Di dîmenên kamerayan da berxwedana dîrokî ya ku gel li dijî eskerên gule agir dikirin didan tê dîtin.

Di dîmenên ku AAyê bi dest xist da tê dîtin ku eskerên derbekar dixebitin ku Walîtiya Stenbolê dagir bikin û Wesayîta Bizirx a Personelan (ZPT) a di destê derbekaran da ji bo piştgiriyê bide dagirkirina walîtiyê hetanî Pireya Xalîcê tê û welatî qehremaniyê dikin û tankê li ser pireyê didin sekinandin.

Di dîmenan da tê dîtin ku welatî dixebitin ZPTya li ser Pireya Xalîcê bidin sekinandin, derdikevin ser wesayîtê, wesayît qasî demekê diçe lêbelê paşê disekine.

Di qeydên kamerayan da tê dîtin ku welatî destûrê nadin ZPT derbas bibe, ekîbên polêsan û ajokarên ji wesayîtên xwe peya dibin bertekê nîşanî ZPTyê didin û di demeke kin da qerebalixiya li herêmê zêde dibe.

Dîsa tê dîtin ku hin welatiyên ji rê ra derbas dibin bi polêsên wesayît kişandine pêşiya ZPTyê ra rê nadin derbekaran, demekê şûnda 2 kamyon tên û pêşiya ZPTyê dibirin û destûrê nadin ku wesayît derbas bibe.

Di van dîmenan da tê dîtin ku bi xaza rondikrêj va midaxeleyî welatiyên li dora ZPTyê dikin, welatî hinekî vedikişin lêbelê dîsa dora wesayîtê dipêçin.

Eskerên di ZPTyê da tên derdestkirin û demekê şûnda welatiyên dora wesayîtê pêçane ji wê derê hêdî hêdî vediqetin û trafîka li pireyê sihêl dibe û vedigere halê normal.

- Welatî rê nadin tankê

Di dîmenên AAyê bi dest xist da tê dîtin ku li Sefakoyê li ser rêbejê welatî derdikevin pêşiya tankekê ku nahêlin tank ji ciyê xwe bilepite, hin welatî jî li pêşiya tankê rûdinin nahêlin ku derbas bibe.

Di van dîmenan da jî tê dîtin ku kesên di tankê da dibînin welatî biryardar in li ser vê paşda vedigerin û welatî didin pey tankê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın