Tirkiye

Cotkarên li Agiriyê ceh û genimê xwe diçinin

Abdullah Söylemez   | 02.08.2022
Cotkarên li Agiriyê ceh û genimê xwe diçinin

Ağrı

Li Agiriya ku çandinî û heywandarî pêşva çûye cotkar zeviyên xwe yên ceh û genimê yên ji ber baranê geş bûne diçinin.

Par ji ber ku kêm baran barîbû cotkaran zehmetî kişandibûn, lê biharê ji ber ku têra xwe baran barî zevî baş hêşîn bûn.

Cotkar zeviyên xwe yên li deşta Agirî û Elaşgirê diçinin û ewê bifroşin bajarên der û dorê.

Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Kenan Engîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal ne wek par e, ji ber baranê heyameke bibereket çêbûye.

Engîn anî ziman par ji sedî 40 kêm zad hat berhevkirin û wiha axivî: "Hemd ji Xwedê ra îsal ji bo cotkarên me saleke bibereket e. Par li ser eraziyeke 3,5 milyon dekarî 660 hezar dekar ceh û 870 hezar dekar jî genim hebû. Par me 93 hezar ton ceh û 125 hezar ton jî genim bi dest xist."

- "Du qat zêde ceh wê bê bidestxistin"

Engîn daxuyand kayê ceh û genim jî ji bo heywanan tê xebitandin.

Engîn anî ziman îsal 700 hezar dekar ceh û 880 hezar dekar jî genim hatiye reşandin û wiha dewam kir: "Îsal di ceh da 180 hezar ton ceh wê bê bidestxistin, li gor par du qat zêde ye. Ji bo genim jî em bendê ne 215 hezar ton bê bidestxistin. Hemd ji Xwedê ra îsal rûyê cotkaran dikene û saleke bibereket e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın