Tirkiye

Çiyayê Agiriyê ji aliyê Qersê ra gelekî baş xanê dike

Haydar Şahin  | 05.03.2021 - Rojanekırın : 11.03.2021
Çiyayê Agiriyê ji aliyê Qersê ra gelekî baş xanê dike İsmail Kaplan - AA

Kars

 Hin caran ji aliyê Qersê ra jî dîmenên bêhempa yên Çiyayê Agiriyê tên dîtin û hezkiriyên tebîetê û wênekêş eleqeyê nîşanî dîmenan didin.

Çiyayê Agiriyê yê li Bazîda navçeya Agiriyê dema hewa sayî be ji aliyê Qersê ra jî tê dîtin.

Li herêmê dema ewr tunebin çiya ji Qersê jî tê dîtin, hezkiriyên tebîetê û wênekêş jî eleqeyê nîşanî dîmenan didin.

Çiyayê Agiriyê ku çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye ji aliyê rêbejaya Qers-Dîgorê ra hat dîtin wênekêş û tebîethezên eva firsenda dîtin jî têra dilê xwe li çiyê mêze kirin û wêne kişandin.

Li Wargeha Aniyê ya li Qersê jî dema tav derdiket dîmenên xweşik derketin holê.

Taner Guneşê welatî got ji aliyê Qersê ra dîtina Çiyayê Agiriyê gelekî rind e.

Guneş got dema hewa sayî be û ewr tunebe çiya tê dîtin û wiha pê da çû:

"Em dema diçûn Dîgorê li ser rê me Çiyayê Agiriyê yê mijê serê wê pêça bû dît. Dîmenên bêhempa derketin holê, em ji wesayîtê peya bûn û me wêne kişandin. Bi ya min ji aliyê Qersê ra dîtina çiyê gelekî baş e. Ya rastî min Îdirê jî li Agiriyê jî li Bazîdê jî çiya dît. Dema ji nêz va mêze dikin dîmen xirab dibe lêbelê ji aliyê Qersê ra lûtkeya çîyê, berf û mija dorê jî xanê dike. Bi taybetî jî dema hewa sayî be dîmenên bêhempa derdikevin holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın