Tirkiye

Ciwanên xwebexş ên Hekariyî ji bo xebatkarên tenduristiyê maskeyan çêdikin

Li Navenda Ciwaniya Hekariyê ji bo xebatkarên tenduristiyê ku dijî şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) têdikoşin, di çapkerên sêber da maskeyên parastina rû tên çêkirin.

Önder Beyter  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Ciwanên xwebexş ên Hekariyî ji bo xebatkarên tenduristiyê maskeyan çêdikin

Hakkari

 Li Navenda Ciwaniya Hekariyê ji bo xebatkarên tenduristiyê ku dijî şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) têdikoşin, di çapkerên sêber da maskeyên parastina rû tên çêkirin.

Navenda Ciwaniya Hekariyê jî piştgiriyê dide çêkirina maskeyên ji bo xebatkarên tenduristiyê ku li 81 parêzgehan bi destê navendên ciwaniyê yên girêdayî Wezareta Ciwanî û Werzişê hat destpêkirin.

Maskeyên ku di vê çarçoveyê da bi destê ciwanên xwebexş tên çêkirin, ji bo Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê tên radestkirin.

Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgeha Hekariyê Emin Yildirim di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku li navenda ciwaniyê, ciwanên xwebexş dest bi çêkirina maskeyên parastinê kirin.

Yildirim diyar kir ku di atolyeyê da rojane kêm zêde 150 maske tên çêkirin û wiha dewam kir:

"Ji ber şewba vîrusa koronayê ku li welatê me û dinyayê xwe daye der, wekî navendên ciwaniyê em li ser tedbîran dixebitin. Di çarçoveya projeya ku Wezîrê me yê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu da destpêkirin da ciwanên me yên xwebexş di atolyeyan da dest bi çêkirina maskeyan kirin da ku ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ku di van rojên hesas da li ser karê xwe ne, bibe piştgirî."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.