Tirkiye

Ciwanê di şewata daristanê ya li Marmarîsê da mir ji ekîbên agirkujiyê ra av biriye

Osman Akça   | 30.07.2021
Ciwanê di şewata daristanê ya li Marmarîsê da mir ji ekîbên agirkujiyê ra av biriye

Muğla

 Li Marmarîsa navçeya Muxlayê ciwanekî di şewata daristanê da bi motorsîkleta xwe va qeza kiribû û miribû. Derket holê ku wî ciwanî bi dildarî ji ekîbên agirkujiyê ra av dibir û dianî.

Ji beja û hewayê midaxeleya li şewata daristanê ya li Şîrînyera texma taxa Armutalanê derketibû û bi tesîra bayê ber bi Taxa Îçmelerê belav bû dewam dike.

30.07.2021

Ciwanê di şewata daristanê ya li Marmarîsê da mir ji ekîbên agirkujiyê ra av biriye

Hat ragihandin ku Şahîn Akdemîrê 25 salî yê dema ji herêma şewatê vediqetiya bi motorsîkleta xwe va qeza kiribû û di nav agir da miribû ji ekîbên midaxeleyî şewatê dikirin ra bi motorsîkleta xwe va av dikişand û li Marmarîsê di karê turîzmê da dixebitî.

Akdemîr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî duh vîdeo parve kiribû û di vîdeoyê da wiha dibêje: "Kişandina avê didomînim. Em ê dîsa ji ekîban ra avê bibin. Xwedê xêra me qebûl bike."

Di dîmeneke din da jî Akdemîrê şer û çavên wî ji teniyê reş bibûye dibêje, "Şewat hê dewam dike, em jî avê dikişînin."

Hat destnîşankirin ku ji vir mehekê berê jî Akdemîr di şewata daristanê ya ku Gorken Hasdemîr tê da miribû da jî bi dildarî av kişandiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın