Tirkiye

Ciwanên li Hekariyê girên bi berf ji xwe ra kirin pîsta kaşûnê

Ciwanên ji gundên dor û berê hatin û taximên kaşûnê yên ji dara benavê çêkirî kirîn û cara ewil li ser berfê kêfa kaşûnê kirin.

Abdullah Tel   | 17.02.2021
Ciwanên li Hekariyê girên bi berf ji xwe ra kirin pîsta kaşûnê Fotoğraf: Özkan Bilgin - AA

Hakkari

 Kêf û şahiya ciwanên li gundê Aşagi Kayalara ser Şemzînana navçeya Hekariyê ku bi derfetên xwe ji xwe ra amûrên kaşûnê çêkirin û wek kaşbazên pispor ji deverên bilind xwe berî jêrê didan bala şêniyên gundên der û dorê jî kişand.

Ciwanên li Hekariyê girên bi berf ji xwe ra kirin pîsta kaşûnê

HAKKARÎ (AA) - Kêf û şahiya ciwanên li gundê Aşagi Kayalara ser Şemzînana navçeya Hekariyê ku bi derfetên xwe ji xwe ra amûrên kaşûnê çêkirin û wek kaşbazên pispor ji deverên bilind xwe berî jêrê didan bala şêniyên gundên der û dorê jî kişand.Ciwanên li gundê Aşagi Kayalara ser navçeya Şemzînan a qasî 23 kîlometre ji navçeyê dûr e bi amûrên kaşûnê yên darîn ku jê ra dibêjin "Liyan" kaşûnê dikin û ev di mehên zivistanê da ev ji bo wan kêf û şahiya herî mezin e.Kêf û şahiya ku ciwan bi "Liyan"ê li ser berfê dikin bala şêniyên li gom û gundên der û dorê ne jî kişand.Şêniyên gundê Kayalarê ku hatin û taximên darîn ên kaşûnê kirîn piştî meşa 3 saetî dewam kir derketin ser girê ku bilindahiya wî 2 hezar û 500 metreye. Li vê derê gundiyan taximên kaşûnê xistin piyên xwe û xwe ji kêşên girê berî jêrê dan û dîmenên gelek xweş derketin holê. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )

Ciwanên li gundê Aşagi Kayalara ser navçeya Şemzînan a qasî 23 kîlometre ji navçeyê dûr e bi amûrên kaşûnê yên darîn ku jê ra dibêjin "Liyan" kaşûnê dikin û ev di mehên zivistanê da ev ji bo wan kêf û şahiya herî mezin e.

Kêf û şahiya ku ciwan bi "Liyan"ê li ser berfê dikin bala şêniyên li gom û gundên der û dorê ne jî kişand.

Şêniyên gundê Kayalarê ku hatin û taximên darîn ên kaşûnê kirîn piştî meşa 3 saetî dewam kir derketin ser girê ku bilindahiya wî 2 hezar û 500 metreye. Li vê derê gundiyan taximên kaşûnê xistin piyên xwe û xwe ji kêşên girê berî jêrê dan û dîmenên gelek xweş derketin holê.

- "Em xeyala xwe bi vî hawî bi cî tînin"

Ji şêniyên gund Cemal Avci diyar kir ku piştî ku Ajansa Anadoluyê şahiya wan wek nûçe li çar alî belav kir ji gundên der û dorê jî welatî hatin xwestin taximên wan ên kaşûnê bikirin.

Avci destnîşan kir ku ew niha jî bi şêniyên ji gundên dora wan tên ra kaşûnê dikin û wiha domand: "Berê kesên van taximan qet bikarneanîne gelek zehmetî dikişandin. Me hînî wan dikir. Hin caran derketina serê poz qasî 4 saetan dewam dike. Tiştê herî zêde me diwestîne ev e. Lê digel hemû zehmetiyan ev kêfeke xweş e. Hinek hevalên me bi hewl û sekna xwe ji kaşbazên profesyonel kêm namînin. Xeyala me ewe ku em bi taximên kaşûnê yên profesyonel va kaşûnê bikin. Lê ji ber derfetên me kêm in ew yek pêk nehat. Em jî xeyala xwe bi vî hawî bi cî tînin."

Sezgîn Erenê li goma Hasrovaya ser gundê Kayalarê dijî got ku wan kêf û şahiya ciwanan di têlevizyonê da dît û wiha domand: "Me xwe gihand wan û li ser vexwendiya wan em hatin gund. Me jî 4-5 taximên kaşûnê ji wan kirî û em jî tevlî koma wan bûn. Bala me pir kişand niha em hêdî hêdî kaşûnê hîn dibin û paşê em ê hînî gundiyên xwe jî bikin."

- "Bavê min li Qersê dema eskerî kiriye hînî kaşûnê bûye"

Ji şêniyên gund bekîr Avci destnîşan kir ku ev kaşûna niha li gundê wan tê kirin ji bavê wî wek mîrat maye lewra bavê wî dema li Qersê eskerî kiriye hînî kaşûnê bûye û wiha dewam kir: "Dema vedigere gund rêbazeke wiha peyda dike. Di wextê da hînî gundiyan jî dike. Bavê min niha kal e û taximên wî yên kaşûnê min hilda. Ji wê demê heya niha em vê kêfê dikin. Em bi zarok û ciwanan ra derdikevin serê pozan û xwe berî jêrê didin û kêf dikin."

Nezîr Eren jî got ku kaşûn bi salane li gundê wan tê kirin û ev ji bo wan kêf û şahiya herî xweş e û wiha domand: "Em zivistanê ji bo kaşûnê derdikevin serê girên bi berf. Paşê em xwe ji kêşn wan berî jêrê didin. Gelek xweş dibe û dîmenên xweş derdikevin holê. Ez hêvîdarim kesên halê me dibînin jî kêf dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.