Tirkiye

Civîna ewil a Platforma Medyaya Hevpar a Tirkiye-Azerbeycanê hat kirin

Andaç Hongur Erpehlivan, Elif Küçük   | 23.10.2021
Civîna ewil a Platforma Medyaya Hevpar a Tirkiye-Azerbeycanê hat kirin

Istanbul

 Di civîna bi seroktiya Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê û Hikmet Hecîyevê Alîkarê Serokomar Azerbeycanê da hat kirin heyetên ji rayedarên saziyên medya û ragihandinê yên herdu welatan pêk tên, amade bûn.

Di civînê da di çarçoveya armanca "du dewlet, miletek û medyaya hevpar" da ji bo pêşxistina têkiliyên qada ragihandinê, hevkariya medyaya kevneşop, medyaya dijîtal, ragihandina stratejîk û dîplomasiya dewletê li ser hevkariyê were zêdekirin û têkoşîna dijî dezenformasyonê hat axaftin.

Di civînê da biryar hat dayîn ku komîteyên "dîplomasiya dewletê", "medyaya navneteweyî", "ragihandina stratejîk", "perwerde", "Mewzûat û regulasyon", "dijîtalbûn û navneteweyîbûn"ê werin avakirin.

Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê di civînê da axivî û diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Îlham Eliyevê Serokê Azerbeycanê di 10ê berfanbara 2020î da mitebeqeta hevkariya ragihadin û medyayê îmze kirin û Platforma Medyaya Hevpar bi fermî hat avakirin, ev gaveke zehf girîng e.

Altun got di pêvajoya xilaskirina Qerebaxê da bi tenê di qadên eskerî û siyasî da hevkarî nehat kirin di heman demê da di qada ragihandin û medyayê da jî hevkarî hat kirin û encamên baş hatin bidestxistin û wiha pê da çû: "Ji bo têkoşîna dijî xeberên derewîn û dezenfirmasyonê qewîkirina hevkariya Tirkiye û Azerbeycanê li gor me zehf girîng e."

Hikmet Heciyevê Alîkarê Serokomarê Azerbeycanê jî got di pêvajoya têkoşîna mafdar a pê Serfiraziya Qerebaxê hat bidestxistin da Tirkiye û Azerbeycanê hevkarî kir, îro bi avakirina Platforma Medyaya Hevpar va têkilî gihîşte huwiyetekê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın