Tirkiye

Cendirme û polêsan nehişt PKKya rêxistina terorê bilive

Di 2 sal û nîvekê da di 230 hezar û 823 operasyonên ewlekariya navxweyî yên dijî Rêxistina terorê PKKyê da 3 hezar û 790 terorîst hatin berterefkirin.

11.07.2019
Cendirme û polêsan nehişt PKKya rêxistina terorê bilive

Ankara

Di 2 sal û nîvekê da di 230 hezar û 823 operasyonên ewlekariya navxweyî yên dijî Rêxistina terorê PKKyê da 3 hezar û 790 terorîst hatin berterefkirin.

Têkoşîna bênavber a cendirme û dezgehên ewlekariyê yên dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz, bi beşdariya gundparêzan va bibiryar dewam dike.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê wergirt, yekîne û komandoyên Tevgera Taybet a Cendirmeyê di serî da, bi xebata bikordîne ya tîmên Tevgera Taybet a Polêsan û dezgehên îstixbarî yên cendirme û ewlekariyê, li dijî rêxistina terorê PKKya ku qesdî aramî û ewlekariya Tirkiyeyê dike, di 2017an da 60 hezar û 733, di 2018an da 104 hezar û 534 û herwiha ji serê salê vir va jî 65 hezar û 556, bi tevahî 230 hezar û 823 operasyon hatin lidarxistin.

Herwiha di operasyonan da sala 2017an 807, sala 2018an hezar û 292 û îsal jî 835 stargeh û şikeft hatin jinavbirin.

Hêzên ewlekariyê di van operasyonên serkeftî da di sala 2017an da hezar û 124 jê kuştî, 388 jê sax, 24 jê birîndar û 417 jê xweradestkirî bi tevahî hezar û 953, par 681 jê kuştî, 294 jê sax, 22 jê birîndar û 383 jê xweradestkirî, bi tevahî hezar û 380 terorîst berteref kirin.

- Operasyon bênavber dewam dikin

Di operasyonên cendirme û dezgehên ewlekariyê yên ji serê salê vir da 165 jê kuştî, 116 jê sax û 176 jê xweradestkirî bi tevahî 457 terorîst hatin berterefkirin.

Di operasyonan da bi tevahî 43 hezar û 580 berşik hatin binçavkirin. Di 2017an da ji 19 hezar û 985 berşikên binçavkirî jê 4 hezar û 649 berşik, di 2018an da ji 16 hezar û 232 berşikan jê 3 hezar û 799 û îsal ji 7 hezar û 363 berşikan jê hezar û 392, bi tevahî 9 hezar û 840 edamên rêxistina terorê bi destê dadgehan hatin girtin.

Herwiha di operasyonên ewlekariya navxweyî yên ji serê sala 2017an û vir da 3 hezar û 391 jê çeka giran a bimakîne, 6 hezar û 840 çek, 2 hezar û 675 mayin û teqemeniyên destçêkirî, 5 hezar û 604 narincok, 116 ton û 949 kîlo teqemenî û milyonek û 485 hezar û 425 muhîmat hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.