Tirkiye

Cenazeyê 7 kesên ku li Qonyayê hatin kuştin hat binaxkirin

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş û birêvebirên partiyên siyasî beşdarî cenazeyê bûn

Melike Keskin, Zehra Melek Çat   | 31.07.2021
Cenazeyê 7 kesên ku li Qonyayê hatin kuştin hat binaxkirin

Konya

Li Merama navçeya Qonyayê 7 kesên ku di êrîşa çekdarî da hatin kuştin hatin definkirin.

Cenazeyên Yaşar, Bariş, Serap, Serpîl, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari ji Karataya navçeya navend anîn Goristana Saraçogluyê.

Nimêja cenazeyê ya qurbaniyan hat kirin û tabûta wan li ser milan birin û bi diayan binax kirin.

Eqrebayên malbata Dedeoglullari û Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Fatîh Şahîn, Alîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Leyla Şahîn Usta, Hayatî Yazici, Erkan Kandemir û Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Parlementerê Stenbolê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu, Parlementerê Enqereyê Levent Gok, Parlementerên AK Partiyî, heyeta CHPyê ya bin serokatiya Parlementerê Qonyayê yê CHPyê Abdullatîf Şener da, rayedarên MHP, ÎYÎ Partî, HDP û BBPyê û gelek welatî beşdarî cenazeyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın