Kemal Karadağ
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 05 Tebax 2026
Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala ji bo "qanûna çarçoveyê" got, "Tu derengketin an jî taloqkirin tuneye. Her tişt wekî ku dihat pêşbînîkirin dewam dike. Îro teklîfa qanûnê wê were pêşkêşkirin, mizakere wê dest pê bikin. Beriya ku Meclis têkeve betlaneyê em plan dikin ku qanûn derkeve."
Ala der barê "Teklîfa Qanûnê ya ji bo Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî" da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ala daxuyand ku xebat û hevdîtin ber bi kutabûnê ne û ew ê îro teklîfê pêşkêşî Meclisê bikin.
Ala daxuyand ku atmosfereke erênî heye û wiha dewam kir, "Em ê vê pirsgirêkê ji binî va çareser bikin, Tirkiye wê bi gavên emîn va ber bi armancên xwe va biçe. Atmosfer û nirxandin erênî ne. Piştgiriyeke mezin a siyasî û civakî heye. Di encama van xebatan da jî Tirkiye wê ji qeydên xwe bifilite."
Ala li ser pirsa teqwîma guftûgokirinê ya teklîfa qanûnê wiha got, "Tu derengketin an jî taloqkirin tuneye. Her tişt wekî ku dihat pêşbînîkirin dewam dike. Îro teklîfa qanûnê wê were pêşkêşkirin, mizakere wê dest pê bikin. Beriya ku Meclis têkeve betlaneyê em plan dikin ku qanûn derkeve. Înşeallah ev ê jî pêk were."