Ayhan İşcen
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Darendeya navçeya Meletiyê, xebatên avakirina projeya bazara nû ya li qada bazara kevin ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan ya navenda wê Kahramanmaraş bû da zirareke mezin dîtibû, ji sedî 85 temam bûn.
Xebat bi hevkariya Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê û Şaredariya Darendeyê va tên meşandin.
Xebatên ku li ser qadeke 8 hezar mêtroçargoşeyî pêşva diçin, li gorî bernameyê dimeşin.
Di projeyê da 251 dikan wê hebin ku ji wan195 kargeh wê li qata herî binî û 56 kargeh jî wê li qata jorê bin.
Ji bilî vê, otoparkeke sergirtî ya ku 200 wesayît bikaribin lê bimînin jî wê xizmetê bide.