Boynukalinê Îmamê Mizgefta Ayasofyayê vegeriya akademiyê
Istanbul
Îmamê Mizgefta Ayasofyayê Prof. Dr. Mehmet Boynukalin vegeriya ser wezîfeya xwe ya akademiyê ya li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê.
Li gor agahiyan, Mehmet Boynukalinê ji bo îmamtiya Mizgefta Kebîr a Ayasofyayê hatibû wezîfedarkirin xwest ku dev ji vê wezîfeya xwe berde.
Daxwaza Boynukalin hat qebûlkirin.
Boynukalin wê li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê wezîfeya xwe ya akademiyê bidomîne.