Tirkiye

"Bo herêma ewle heta du hefteyan encam dernekeve em ê planên xwe yên hereketê bikin dewrê"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê avakirina herêma ewle da wiha got: "Heger heta du hefteyan encamek dernekeve em ê planên xwe yên hereketê bikin dewrê."

Nihat Kavşut  | 18.09.2019 - Rojanekırın : 19.09.2019
"Bo herêma ewle heta du hefteyan encam dernekeve em ê planên xwe yên hereketê bikin dewrê"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê avakirina herêma ewle da wiha got: "Heger heta du hefteyan encamek dernekeve em ê planên xwe yên hereketê bikin dewrê."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Vekirina Sala Akademîk ya Perwerdeya Bilind da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê krîterên tayînkirina rektoran bilind bikin û ji hêla akademîk û îdarî va namzedan ji pêvajoyeke lêkolînê ya muhîm derbas bikin.

Erdogan diyar kir wek burs û kredî niha mehê 500 lireyî didin xwendekarên lîsansê û got ku lê niha helbet wê zemeke din bê kirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir divê li ser zanîngehên weqfan bisekinin û ji bona rê li ber hişmendiya ku saziyên ticarî ne bigirin û ji bona lêkolînên zanistî bikin ji wan ra bibin alîkar.

Erdogan diyar kir divê perwerdeya meslekî cardin bê nirxandin û got ku divê ji bona ciwanên me bibe perwerdeyeke cazîp.

Serokomar Erdogan der barê avakirina herêma ewle da wiha got: "Heger heta du hefteyan encamek dernekeve em ê planên xwe yên hereketê bikin dewrê."

Erdogan destnîşan kir geşedanên ku di mehên pêş da biqewimin wê nîşan bidin ku qeyrana Sûriyeyê wê bi maqûlî çareser bibe yan jî wê tevlihevtir bibe.

Erdogan diyar kir li rojhilatê Feratê bi avakirina ewlehiyê li gor sînorên herêma ewle dikarin 2-3 milyonên penaberên Sûriyeyî ku li welatê me û li Ewropayê dijîn bi cî bikin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ji welatên Ewropayê him ji bona Îdlibê û him jî di mijara rojhilatê Feratê da piştgiriyeke mezin dixwazin û got ku êdî qîmeta gotinê tuneye.

Erdogan diyar kir 3 milyon û 600 hezar penaber li welêt wek mêvan dimînin û wiha axivî: "Li dinyayê mînakeke din tuneye. Divê Rojava jî mîna me bike. Heger li Îdlibê demildest aramî çênebe em bi eşkereyî dibêjin ku em nikarin barê 4 milyon însanên ku li vê herêmê dijîn hilgirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.