Tirkiye

Bizina hît a koka wan li ber qelandinê ye bi piştgiriyê va tê parastin

Li Sêrtê hejmara bizinên hît ên ku 3 hezar bûn bi saya piştgiriya dan xwediyên heywanan va gihîşt 6 hezarî.

Fecri Barlık, Mehmet Niyazi Deniz   | 02.12.2021
Bizina hît a koka wan li ber qelandinê ye bi piştgiriyê va tê parastin

Siirt

 Li Sêrtê ji bo ku hejmara bizinên hît ên koka wan li ber qelandinê bû bi saya piştevaniya ku dewlet ev 10 sale dide va zêde bû.

Ji ber ku nifşê bizina hît li ber qelandinê bû Midûriyeta Giştî ya Polîtîka û Lêkolînên Çandinî (TAGEM), Midûriyeta Bajêr a Daristan û Çandiniyê, Midûriyeta Enstîtuya Lêklînên Çandinî ya Diyarbekirê û Yekîtiya Gihînerên Pezê Malê 10 sal berê dest bi xebatê kirin.

Di vê çarçoveyê da ji bo parastin û zêdekirina hejmara bizinên hît "Projeya Îslehkirina Pez û Dewarên Dest Gel da" kirin rewacê.

Li seranserê bajêr nêzî 3 hezar bizinên hît hebûn û bi bergîdana 2 milyon û 233 hezar lireyî va piştgirî dan 21 xwediyên pez û hejmara bizinên hît gihîşt 6 hezarî.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Ergun Demirhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku ji mûyê bizina hît betaniyeya Sêrtê û şal û şepik tê çêkirin.

Demirhan got ku bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Daristanê va bizina hît ji bo neqele tê parastin û ragihand ku bi saya projeyê tê xwestin hejmara bizinan bigihîje 10 hezarî.

- Di salên borî da 30 hezar hebûn

Serokê Yekîtiya Gihînerên Pezê Malê ya Sêrtê Alî Îlbaş jî got ku bizina hît heywana herêmê ye û di salên borî da hejmara wan nêzî 30 hezarî bû û wiha domand: "Di salên dawîn da mixabin welatî nikaribûn xwedî bikin û ji ber ku kar û zirarê hev dernedixist difirotin. Ji bo ku dawî li vê bê wek yekîtî me jî serî li wezaretê da û di çarçoveya projeyê da piştgirî dan me. 10 sale proje awayek serfiraz dewam dike."

- Dewlet ji bo hilberîna zêde piştevaniyê dide

Mahmut Epçerevê ji projeyê îstifade dike û piştevaniya ku dewletê daye hildaye got ku niha bi qasî 10 bizinên hît ên malê wî ne, hene û wiha domand: "10 sale em ji projeyê îstifade dikin. Digel hişkayî û bihabûnê em naxwazin pezê xwe bifiroşin. Bi saya piştevaniya ku dewlet dide em dixwazin hilberîna di vê qadê da zêdetir bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın