Tirkiye

"Biryarên AÎHMê me eleqedar nakin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Biryarên AÎHMê me eleqedar nakin. AÎHMê heta niha der barê rêxistina terorê da gelek biryar dane. Hemû jî dijî me ne. Li hember wê em jî dikarin gelek tişt bikin. Em ê jî hemleya xwe bikin û kar kuta bikin."

Nihat Kavşut  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
"Biryarên AÎHMê me eleqedar nakin"

TBMM

ANKARA

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bona biryara AÎHMê ya der barê Demirtaş da wiha got: "Biryarên AÎHMê me eleqedar nakin. AÎHMê heta niha der barê rêxistina terorê da gelek biryar dane. Hemû jî dijî me ne. Li hember wê em jî dikarin gelek tişt bikin. Em ê jî hemleya xwe bikin û kar kuta bikin."

Erdogan piştî Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê qederê saet û nîvekê bi parlamenteran ra axivî û peyra pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan ji bona biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (AÎHM) ya der barê Selahattîn Demirtaş da wiha got: "Biryarên AÎHMê me eleqedar nakin. AÎHMê heta niha der barê rêxistina terorê da gelek biryar dane. Hemû jî dijî me ne. Li hember wê em jî dikarin gelek tişt bikin. Em ê jî hemleya xwe bikin û kar kuta bikin."

Erdogan li ser mijara stokkirina zevze û fêkiyan destnîşan kir piştî ku bi ser depoyan da digirin dibînin ku çawa amûran stok dikin û wiha got: "Em ê tawîzê nedin wan. Wê berdêla stokkirina kartol, pîvaz û zebze û fêkiyan bidin."

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê hevdîtina ku sibê wê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra bike da wiha got: "Di Îtifaqa Cumhur da tu pirsgirêk tuneye. Em ê der heqê îtifaqa hilbijartinê da jî biaxivin. Hêvî dikim ji bona herdu terefan jî encameke baş derkeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.