Tirkiye

Bircên Diyarbekirê wê bi saya hesinên bazalt ên di nûkirinê da tên bikaranîn saxlemtir bin

Ömer Yasin Ergin  | 17.06.2021 - Rojanekırın : 18.06.2021
Bircên Diyarbekirê wê bi saya hesinên bazalt ên di nûkirinê da tên bikaranîn saxlemtir bin

Diyarbakir

 Di nûkirina Bircên Diyarbekirê yên UNESCOyê da di sala 2015an da li ser Lîsteya Mîrata Çandî ya Dinyayê zêde kir da têl û hesinên Fîber Reînforced Polymer (FRP) yên xerab nabin û zeng nagirin, tên bikaranîn.

Ji bo Bircên Diyarbekirê yên li navçeya Sûrê bên nûkirin xebat dewam dikin.

Komîsyona Zanistê ya di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê da hatiye avakirin û pisporên Lijneya Şêwirmendiyê xebatan dişopînin.

Ji bo ku birc hilneweşin, qube û dîwarên wê bên saxlemkirin têl û hesinên bazalt ên FRPyê tên xebitandin.

Ev hesin di nav keviran da tên bikaranîn ku di bircan da zirar çênebe û emrê wan dirêjtir be.

- "Wê ji bo turîzmê gelekî baş be"

Serokê Daîreya Îmar û Bajarvaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mehmet Karaaslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 11 meh berê xebatên nûkirinê dest pê kir, ji 98 bircan îhaleya 24 bircan temam bû û xebatên wan dewam dikin.

Karaaslan anî ziman armanca wan ew e ku ev bircên ji kal û bavan emanet mane bên parastin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku ew bigîhîje nifşên nû û hebûnên çandî bên parastin. Wê ji bo turîzmê gelekî baş be, dema turîst bên bajêr aborî jî wê pêşva here."

Karaaslan got gelek avahiyên ku bi bircan va zeliqandî hatibûn çêkirin û zirarê didan hatin hilweşandin.

- "Ev melzeme cara ewil e di sûrên Diyarbekirê da tê bikaranîn"

Karaaslan daxuyand nûkirina bircên Ben û Sen û Heft Birayan par di meha tebaxê da hatibû destpêkirin ku ew ê di îlonê da çêkirina wan temam bikin, xebatên din jî wê bidomin.

Der barê têl û hesinên Fiber Reinforced Polymer (FRP) da jî Karaaslan got ev melzeme ji karbon cam û bazaltê hatiye çêkirin û li dervayî welêt gelekî tê bikaranîn û wiha dewam kir: "Taybetmendiya wê ya herî girîng ew e ku zeng nagre û xerab nabe. Em vana di navbera dîwarê derva û yê hundir da bi kar tînin ku dîwar saxlem bin. Ev melzeme cara ewil e di sûrên Diyarbekirê da tê bikaranîn û em bi saya wê gihîştin encamên baş."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.