Tirkiye

"Bihuşta veşartî" ya Rojhilatê bi festîvala zivistanê dê bêtir were naskirin

Gola Masiyan ku dikeve navbera navçeyên Agiriyê Taşliçay û Bazîdê û her wiha li Tirkiyeyê ew gol e ku raqima wê herî zêde bilind e, ji bo ku di warê turîzmê da sûd jê bê wergirtin, xebat tên kirin

Önder Beyter  | 25.02.2020 - Rojanekırın : 26.02.2020
"Bihuşta veşartî" ya Rojhilatê bi festîvala zivistanê dê bêtir were naskirin

Ağrı

Li Gola Masiyan ku raqima wê 2 hezar û 241 e û li Herêma Rojhilatê Anadoluyê navendeke sereke ya turîzmê ye û her wiha ji ber ku rûyê wê bi temamî diqerime, li ser geşta bi xizekên hespa jî tê kirin, dawiya vê hefteyê cara yekemîn dê "Festîvala Zivistanê ya Gola Masiyan a 1emîn" were lidarxistin.

"Bihuşta veşartî" ya Rojhilatê bi festîvala zivistanê dê bêtir were naskirin

Li Gola Masiyan ku raqima wê 2 hezar û 241 e û li Herêma Rojhilatê Anadoluyê navendeke sereke ya turîzmê ye û her wiha ji ber ku rûyê wê bi temamî diqerime, li ser geşta bi xizekên hespa jî tê kirin, dawiya vê hefteyê cara yekemîn dê "Festîvala Zivistanê ya Gola Masiyan a 1emîn" were lidarxistin. ( Abdullah Söylemez - Anadolu Agency )

Gola Masiyan ku dikeve navbera navçeyên Agiriyê Taşliçay û Bazîdê û her wiha li Tirkiyeyê ew gol e ku raqima wê herî zêde bilind e, ji bo ku di warê turîzmê da sûd jê were wergirtin, Şaredariya Taşliçayê dest bi xebatê kir.

Gol ji ber ku ji hêla erdnîgariya xwe li ciyekî bilind e, zivistanê rûyê wê bi temamî diqerime. Di çarçoveya xebatan da piştî "Festîvala Gola Masiyan a 1emîn" ku havînê tê lidarxistin, dawiya vê hefteyê ji bo cara yekemîn dê festîvala zivistanê were lidarxistin.

"Bihuşta veşartî" ya Rojhilatê bi festîvala zivistanê dê bêtir were naskirin

Li herêma ku berê bi terorê dihat rojevê û piştî operasyonên serkeftî ewlehî û aramî lê hat edilandin, festîvala zivistanê dê were lidarxistin ku ev festîval dê ne kêmî festîvalên zivistanê ku çend sal berê li Gola Çildirê ya di navbera Erdexan-Qersê da hatin lidarxistin be.

Her wiha ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo ku festîval bêyî pirsgirêk bi rê va biçe, li herêmê xebatên vekirin û firehkirina rê didomînin.

- Di rûyê golê da metroyek sitûr cemed çêbû

Şaredarê Taşliçayê Îsmet Taşdemîr jî berî "Festîvala Zivistanê ya Gola Masiyan a 1emîn" ku 29ê sibatê roja şemiyê dê bi rê va biçe, li gola ku sitûriya cemeda rûyê wê bûye metreyek, lêkolîn pêk anî.

Taşdemîr li xizeka hespê siwar bû, li ser golê geriya û ew yek kontrol kir ka cemed çiqas li ber xwe dide. Taşdemîr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî soz dabû ku ew ê hem havînê û hem jî zivistanê li Gola Masiyan festîvalê li dar bixin û lewma jî ew hewil dide ku vê soza xwe bîne cih.

- "Gola Masiyan xezîneyek e ku li benda kewşkirinê ye"

Taşdemîr bal kişand ku "Gola Masiyan xezîneyek e ku li benda kewşkirinê ye" û wiha dewam kir:"Me havînê li vê derê festîvala xwe kir. Xwedê nesîb bike, em ê Festîvala Zivistanê ya Gola Masiyan a 1emîn jî li dar bixin. Ev der ew gola Tirkiyeyê ye ku raqima wê herî zêde bilind e. Ji hêla firehiyê qada wê 34 hezar metreyî ye û rûyê wê bi temamî cemed girtiye. Em bi xizeka hespan li ser geriyan û herwiha heger hûn ji seriyekê heya seriyê din biçin jî rîska şikestina cemedê tuneye. Di festîvalê dîsa li ser Gola Masiyan patena cemedê, reqsa cemedê, lîstikên hokeya cemedê, reva kaşûnê dê bi rê va biçin. Werzişvanên neteweyî dê werin. Ji xeynî van hespên cîrîtê yên ku dê ji Erziromê werin dê li vê derê nimayîşê bikin."

Kemal Artanê mixtarê Gundê Tanyoluyê ku nêzîkî golê ye jî sipasiya Taşdemîr kir ku piştî havînê dê zivistanê jî festîval bên lidarxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.