Tirkiye

"Bi wê êrîşê va rasterast îradeya gel kirine hedef"

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun: "Bi wê êrîşa terorê ya ku du terorîstên DHKP-Cyî xwestin li meclisê bibin serî va rasterast îradeya gel kirine hedef."

15.05.2019
"Bi wê êrîşê va rasterast îradeya gel kirine hedef"

Ankara

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê êrîşa terorê ya ku hewl hat dayîn li Meclisê bê kirin, peyam da.

Altun di peyama ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da ragihand ku kiryaran bi wê êrîşa terorê ya hindik mabû li meclisê biqewime rasterast îradeya gel kirine hedef.

Prof. Dr. Altun destnîşan kir ku bi wê êrîşê îradeya gel wek hedef hatiye hilbijartin û wiha pê da çû: "Bi wê êrîşa terorê ya ku du terorîstên DHKP-Cyî xwestin li meclisê bibin serî va rasterast îradeya gel kirine hedef."

Altun di peyama xwe ya ku ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da wiha nivîsî: "Ez ji dil û can wan hêzên me yên ewlehiyê yên ku wê êrîşa terorê ya tê zanîn hêzên bêbext organîzekirine, berteref kirin, pîroz dikim. Ji Meclisa me ya xazî û gelê me ra derbasî be.

Bi vê wesîleyê ez dozgerê me yê Komarê Mehmet Selîm Kîraz ê ku di 31ê Adara 2015an da ji hêla terorîstên DHKP-Cyî va hatibû şehîdkirin jî bi rêz û hurmet bîbîr tînim. Ciyê wî Cinet be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.