Tirkiye

Bi rêya qanîkirinê 2 terorîstên ku ji rêxistinê revîn teslîm bûn

Îsal hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê teslîm bûn, derket 27an

18.02.2021 - Rojanekırın : 18.02.2021
Bi rêya qanîkirinê 2 terorîstên ku ji rêxistinê revîn teslîm bûn

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand, bi xebatên qanîkirinê 2 terorîstên din jî teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, 2 mensûbên din ên rêxistina terorê PKK/KCKyê bi xebatên qanîkirinê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Hat tesbîtkirin mensûbên rêxistinê sala 2014 û 2019an beşdarî rêxistinê bûne û herî dawî jî li Iraq û Sûriyeyê fealiyet kirine.

Bi vî awayî îsal hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê teslîm bûn, derket 27an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.