Tirkiye

Bi operasyona MÎTê 2 terorîstên PKK/KCKyî anîn Tirkiyeyê

Ali Kemal Akan  | 02.12.2021 - Rojanekırın : 03.12.2021
Bi operasyona MÎTê 2 terorîstên PKK/KCKyî anîn Tirkiyeyê

Ankara

 Bi operasyona Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) terorîst Pervîn Arslana PKK/KCKyî û Emrah Adiguzelê parêzvanê Duran Kalkanê qaşo berpirsê payebilind ê rêxistinê, anîn Tirkiyeyê.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê Emrah Adiguzelê bi kodnavê Mazlûm Jîr Agirî û Pervîn Arslana bi kodnava Sarîna/Diljîn bi operasyona MÎTê anîn Tirkiyeyê.

Hat gotin ku ji terorîstan Emrah Adiguzel di sala 2012an da beşdarî rêxistinê bû û li bakurê Iraqê devera çiyayî dest bi fealiyetê kir. Li gor tesbîtê Emrah Adiguzel du salan parêzvaniya Duran Kalkanê bi kodnavê Abbas kiriye, di nav rêxistinê da li herêmên Gara, Şengal û Xakurkê fealiyet meşandine, li Şengalê qaşo berpirsyariya îstixbaratê ya rêxistinê kiriye. Hat gotin ku rêxistinê di sala 2020î da Emrah Adiguzel şandiye Îranê û li Îranê qaşo di nav berpirsên herêmê yên rêxistinê da cih digirt.

Pervîn Arslan jî di sala 2014an da tevî kadroyên çiyê yên rêxistinê bûye û li Metînaya bakurê Iraqê û li bakurê Sûriyeyê fealiyet meşandine, di nav yekeyên êrîşkar, sabotaj, sûîqestê da cih girtiye, di sala 2019an da şandine Îranê û li wê derê beşdarî fealiyetên rêxistinê bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın