Tirkiye

Bi kampanyaya ku da destpêkirin va bi hezaran zarokên gundan ra pirtûk peyda kirin

Rıdvan Korkulutaş   | 26.10.2021
Bi kampanyaya ku da destpêkirin va bi hezaran zarokên gundan ra pirtûk peyda kirin

Bingöl

Cuma Karaaslanê ku Serokatiya Komeleya Xurtkirinê ya Pêşxistina Domdar, Hawirdor, Ciwanî û Civaka Sivîl (BÎNÇEVDER) jî dike, emrê xwe ji bo fealiyetên perwerdeyê û jiyana siruştî borand.

Karaaslanê 57 salî bi salan e di saziyên civaka sivîl ên wekî Weqfa Temayê da dixebite, di heyama şewbê da ji pirtûkxaneya xwe 3 hezar pirtûk neqand, gund gund geriya û li zarokên gundan ên ku ji dûr va perwerde dibin, bela kir.

Piştî ku perwerdeya rûbirû dest pê kir Karaaslan seba dibistanên ku pêdiviya wan bi pirtûkan heye, li ser medyaya civakî kampanya da destpêkirin. Gelek xêrxwazên bajarên wekî Enqere, Stenbol, Antalya, Îzmir û Diyarbekir û yên herêmên cuda eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê da.

Karaaslan bi kampanyayê 5 hezar roman û çîrok berhev kirin û bi piştgiriya xwendekarên zanîngehê pirtûk li wesayîta xwe bar kirin û li zarokên ku li gundan dijîn, bela kir. Ji ber ku wesayîta wî carinan erize dide jî Karaaslan peyatî dikeve rê û dirbên zehmet û wisa xwe digihîne xwendekaran.

Karaaslan cihê ku diçê, ji xwendekaran ra qala girîngiya xwendina pirtûkan dike, carinan jî bi wan ra di binê daran da rûdinê û pirtûk dixwîne.

Karaaslan di navbera dibistanan da pirtûkan jî dide guherandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın