Tirkiye

Beytuşebab bi tebîeta xwe ya xweş balê dikişîne

Beytuşebaba bi salan di bin siya terorê da bû û ji terorê hat paqijkirin niha jî bi zozan, çem, gelî û tebîeta xwe ya şîn û şên balê dikişîne.

Nihat Kavşut  | 09.07.2019 - Rojanekırın : 10.07.2019
Beytuşebab bi tebîeta xwe ya xweş balê dikişîne

Şırnak

Beytuşebaba navçeya Şirnexê piştî ku ji terorê hat paqijkirin bi tebîeta xwe ya xweş balê dikişîne.

Beytuşebaba bi salan di bin siya terorê da bû piştî operasyonên hatin kirin ji terorê paqij bû niha jî bi zozan, germav, çem, gelî û tebîeta xwe ya şîn û şên balê dikişîne.

Li rojhilatê navçeyê çiyayên Altinê û li rojavayê navçeyê jî çiyayên Tanînê hene û navçe bi kanî û zozanên xwe havînê dixemile.

Beytuşebab bi tebîeta xwe ya xweş balê dikişîne

Li Beytuşebaba ku zivistana wê dijwar e bi hatine biharê ra çiyayên Kato û Komtikê û zozanên Feraşîn, Laleşî, Meydana Zengil, Meydana Kolya û Meydanbelekê şîn û şên dibe.

Îsmaîl Pendikê Qaymeqamê Beytuşebabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir berê ji navçeyê ditirsin lê niha kêfa her kesî ji Beytuşebabê ra tê û got ku piştî li navçeyê hizûr çêbû bi tebîeta xwe balê dikişîne.

Pendik destnîşan kir li navçeyê Germavên Zimrûdê ji bona turîzma termal zehf girîng e û got ku înşellah em ê li vir otêlekê çêkin û tesîsên heyî nû bikin.

Îsmaîl Pendik destnîşan kir Zozanê Feraşînê ji xeydî xwedîkirina pez û dewaran bi tebîeta xwe jî derdikeve pêş û got ku ez li herêmê geriyam û xelk li Zozanên Feraşînê kêfxweş e û hizûra wan heye.

Kemal Aslanê xelkê Beytuşebabê diyar kir li herêmê êdî hizûr heye û got ku em dixwazin herêm bi zozan, germav, çem, gelî û tebîeta xwe ya şîn û şên balê bikişîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın